ROJEVA 16'Ê GULANA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrişên artêşa Tirk a dagirker û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Fermnadara YJA Starê Hêzil Ozgur diyar kir ku gerîla bi asta xwe ya amadekariyê re hesabên artêşa Tirk xera kir û got, "Artêşa Tirk şaş bûye, nizane ku niha li ku derê çi bike. Li Zapê xitimî ye."

- Komîteya Navendî ya PKK'ê ji pêşengên Tevgera Azadiyê ya Kurd Hakî Karer û ji pêşengên Tevgera Şoreşger a Tirkiyeyê Îbrahîm Kaypakkaya bi bîr anî.

- Dewleta Tirk ne tenê li dijî Kurdên sax, her wiha li hemberî miriyan jî şerekî giran dimeşîne. Raporeke ku li Londonê hate amadekirin, şerê dewleta Tirk ê li hemberî gorên Kurdan raxist pêş çavan.

- Evîn Cûma anî ziman, ku Erdogan dixwaze beşek ji penaberan bişîne xaka Kurdan a ku dagir kiriye û demografiyê bi rengekî mayinde biguherîne. Evîn Cûma got, "Ev yek hem li dijî qanûnên navneteweyî ye hem jî wê şerê li herêmê girantir bike."

- Komkujiya Hewlêrê ku di nava Kurdan de weke sûcekî neteweyî tê dîtin, tevî 25 sal di ser re derbas bûne jî, çarenûsa qurbaniyan ne diyar e. Hikumeta Başûrê Kurdistanê û parlament li ber vê bêdeng e.

- Di çarçoveya kampanya îmzeyan de ku ji bo PKK ji lîsteya 'rêxistinên terorîst' bê derxistin hatiye destpêkirin, li her bajarekî Qibrisê bênavber kar tê kirin. Di nava hefteyekê de zêdeyî pênc hezar îmze hatin komkirin.