ROJEVA 16'Ê ÇILEYA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
- Ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwendina 890 hezar û 860 xwendekarî di metirsiyê de ye.
- Dayikên di Nobeda Edaletê de ne diyar kirin ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan divê tecrîd bê rakirin û ji bo mezinkirin û xwedîderketina li çalakiya wan bang kirin.
- Ji damezrînerên Komeleya Jinê ya Star a Wanê Rojbîn Bor got, "Qeyûm ji bo me mijareke ku divê dawî lê bê."
- Derhêner û Şanogerê ji Efrînê Mihîdîn Erselan anî ziman ku tevî şert û mercên zehmet jî lidarxistina Mihrîcana Mîtan, xebateke hêja ye û got: “Ev tê wateya ku şoreşeke hunerî tê lidarxistin.”