ROJEVA 15'Ê SIBATA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Çalakiyên ku di salvegera 25'an a komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê de bêne lidarxistin wê werin şopandin.
- Meşa li Bakurê Kurdistanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kir, wê îro bigihêje Amarayê.
- Parlamentera DEM Partiyê Necla Demîr anî ziman ku wê li Amarayê hem tecrîdê hem jî komployê şermezar bikin û got, "Heta ku çalakiyên me, meşên me wê bi serketinê tacîdar bibin wê têkoşîna me dewam bike."
- Parlamentera Êlihê ya DEM Partiyê Zeynep Odûncû diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girîng e û destnîşan kir, ku dema tecrîd bi dawî bû wê bêhn bê ber gelan.
- Endamê Parlamenta Ewropayê Pernando Barrena, Abdullah Ocalan weke "referanseke polîtîk a li cîhanê" pênase kir û xwest, azad bibe.
- Endama Fermandariya Giştî ya YPJ'ê Rohilat Efrîn destnîşan kir ku çavkaniya berxwedan û têkoşîna YPJ'ê paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd e.
- Efrînî têkildarî salvegera komploya navneteweyî axivîn û destnîşan kirin ku heta azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan wê têbikoşin.
- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.