ROJEVA 15'Ê SIBATA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Çalakiyên Kurdan ên ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê wê bêne şopandin.
- Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan destnîşan kir ku wê têkoşîna leşkerî, îdeolojîk û civakî hîn bi berfirehî û hevdemî bimeşînin û got, "Me biryar dane ku sala 50'î ya Rêber Apo û PKK'ê bikin sala azadiya Rêber Apo."
- Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Îbrahîm Bîlmez diyar kir ku ji Adara 2021'ê ve ew bi ti awayî nikarin agahiyê ji Ocalan bigirin û got, tecrîd di asta herî xerab de ye.
- Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê gotin, "Dem hatiye ku gavên pêngavî bêne avêtin" û destnîşan kirin ku bi pêşengiya PKK'ê û li gel gelê xwe wê tecrîdê bişikînin, Rêberê xwe azad bikin.
- Endama Konseya Leşkerî ya YJA Starê Rûken Jîrkî got, "Heta ku komplo bê beralîkirin wê şerê me dewam bike. Em ê tecrîdê bi rastiya jinê ya azad têk bibin."
- Gerîlayên HPG û YJA Starê anîn ziman ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîlgirtî be wê gel hemû tecrîdkirî bin û gotin, "Em ê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd misoger bikin."
- KNK'ê di salvegera 23'an de komploya navneteweyî şermezar kir û bang li Kurdistaniyan hemûyan kir ku hawar û gaziya xwe ya têkoşîna ji bo azadiya Ocalan û rizgariya Kurdistanê, yekîtiya xwe û tifaqa bi yar û hevalbendên Kurdan re mezintir bikin.
- Rojnamevan nivîskar Hesen Cûdî bal kişand ser girîngiya azadiya Abdullah Ocalan û got, "Pirsgirêka Kurd bêyî wî çareser nabe, heta ku pirsgirêka Kurd çareser nebe li Rojhilata Navîn pirsgirêk çareser nabin. Lewma têkoşîna ji bo azadiya wî divê cîhanî be."
- Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Sabîha Sebrî ragihand ku weke civaka Êzidî ew deyndarê Rêberê Gelê Kurd Ocalan in û got, "Divê em xwedî li felsefeya Rêber Apo derkevin û azadiya fîzîkî misoger bikin."
- TAJÊ komploya navneteweyî di salvegera 23'an de şermezar kir û got, "Weke jinên ku êş ji faşîzmê kişandine, em ê têkoşîna xwe ya li dijî komployê mezintir bikin."
- Ji roja pêvajoya Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an û vir ve bi dehan kadroyên PKK’ê û dîsa jin, ciwan û welatparêzên Kurd bi dirûşma ‘Hûn nikarin Roja me tarî bikin’ bedena xwe dan ber agir û şehîd bûn.
- Dayikên şehîdan ên ku di sala 1990’î de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîtine, diyar kirin ku wê li ser soza xwe ya azadkirina Rêbertî bin û gotin “Zarokên me ji bo azadiya Kurdistanê şehîd bûn. Em bi zarokên xwe serbilind in.”
- Xelkê Şengalê dibêje, eger civaka Êzidî dixwaze azad bibe divê di serî de xwedî li azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derkeve.