ROJEVA 15'Ê GULANA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê.

- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Cejna Zimanê Kurd wê bi çalakiyan bê pîrozkirin.

- Komîteya Perwerdeyê ya KCK'ê Cejna Zimanê Kurd pîroz kir û got, "Gelê me, çi li welat çi jî li derveyî welat divê axaftin û nivîsandina bi Kurdî weke çalakiyeke bingehîn a ji bo xwedîderketina li zimanê dayikê bibîne."

- Lêkolerê Zimanê Kurdî û Nivîskar Hawar Gabar bal kişand ser girîngiya ziman a ji bo netew û civakê got: “Zimanê Kurdî kok e, jiyan e. Dema zimanê xwe winda dikî, êdî mirov nabe yê xwe.”

- Komîteya Perwerdeyê ya KJK'ê bi wesîleya Cejna Zimanê Kurd daxuyaniyek da û got, "Di vê pêvajoya hesas de ku çarenûsa civaka me lê diyar dibe, divê her kes têkoşîn û berxwedanê bide ber xwe."

- Ji fermandarên HPG'ê Dr. Mazlûm anî ziman ku dewleta Tirk ji tirsa pişta xwe spartiye teknîkê û got, "Dewleta Tirk timî îdîa dike ku wê PKK'ê tune bike. Bila zanibe; ji kesî nayê ku PKK'ê tune bike."

- Ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hemdan El Abîd ragihand ku dewleta Tİrk li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî kamp ava kiriye û ji Erebistana Siûdî û Qûweytê xwest ku piştgiriya ji bo van kampan biterikînin.

- Endamên Kongreya Star Rîhan Loqo û Elîf Şêx Mihemed êrişên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê şermezar kirin û diyar kirin, ku dewleta Tirk bi rêya van êrişan dixwaze projeya xwe ya Osmanî nû bike.

- Fedaî Kobanê ku di şerê dijî DAÎŞ'ê de li refên herî pêş têkoşiya û di vî şerî de bi giranî birîndar bû, bi daxwaz û biryardariyeke mezin têkoşîna xwe gihand çiyê.

- Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Misrê Ahmed Bahaa El Dîn Shaaban li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Iraq û Sûriyeyê işaret bi girîngiya avakirina yekîtiya îradeyê ya Kurd û Ereban kir.

- KCDK-E'yê ragihand ku ziman hêmaneyeke esasî ya neteweyekê ye û destnîşan kir ku li dijî asîmîlasyon û qirkirinê divê her Kurdistanî bi zimanê xwe yê dayikê biaxive.