ROJEVA 15'Ê ÇILEYA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava wê bêne şopandin.

- Dewleta Tirk roja Yekşemê bombe li saziyên li Rojava barand ku xizmet didan bi milyonan mirovî. Ji ber êrîşên qirkirinê kantonên Kobanê û Cizîrê tarî bûn. Cîhan li pêşberî êrîşên dewleta Tirk bêdeng e.

- DEM Partî ji bo diyarkirina namzetên xwe yên hilbijartinên xwecihî wê îro jî pêşhilbijartinan dewam bike.

- Yek ji 6 şaredariyên HDP'yî yên ku qeyûm lê hate bicihkirin Şaredariya Silopiyayê, di nava 5 salan de bi derfetên kêm û li gel zextan, hewl da şaredariya gel bike.