ROJEVA 14'Ê SIBATA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Çalakiyên meşa dirêj ên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têne lidarxistin wê bêne şopandin.

- Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Hêlîn Umît diyar kir ku ji bo 17'ê Sibatê mîtîngeke bi heybet pêk were divê her kes bênavber bixebite û got, "Divê Kurd ji bo azadî û demokrasiyê, ji bo xwe tevlî bibin."

- Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Ocalan li Îmraliyê berxwedaneke mezin dike û got, "Ya ku divê were kirin, seknek hêjayî berxwedana mezin a Rêber Apo ye."

- Ciwanên enternasyonalîst ku xwe weke 'Bi Serok Apo re cîhaneke cuda dikare bê avakirin' pênase dikin, paşeroja xwe di paradîgma û azadiya Abdullah Ocalan de dibînin.

- Endamê Parlamenta Ewropayê Pernando Barrena yê ji Herêma Xweser a Baskê ya Spanyayê, daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kir û tecrîda li Îmraliyê jî li derveyî mirovahiyê pênase kir.

- Serokê Giştî yê Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) Hafiz Ahmed Tûrhalli ji gelê Kurd xwest ku xwedî li lîder û doza xwe derkeve û got, divê Kurdên li Ewropayê hemû tevlî meşa li Kolnê bibin.

- Hevserokê Meclîsa Kurdistaniyên Azad a li Berlînê (Nav Berlîn) Huseyîn Yilmaz got, "Ji bo meşa Kolnê ya 17'ê Sibatê amadekariyên me qediyane."

- Ji Komîteya Jinê ya El Meşlab a li Reqayê Kînana Abdo got, "Weke jinên Ereb em ê li ser rêya Rêberê xwe Abdullah Ocalan bimeşin."

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.