ROJEVA 14'Ê ÇILEYA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
- Pêşhilbijartinên DEM Partiyê wê bêne şopandin ku ji bo diyarkirina namzetên hevşardaran têne kirin.
- Gerîlayên YJA Starê Delîla Botan û Medya Koçer şehîdên Parîsê bi bîr anîn û gotin, "Hevala Sara ji bo me ronahî bû. Ronahiyeke welê bû ku paşeroja hemû jinan ronî dikir û em jî li ser xeta wê têdikoşin."
- Sera zebzeyan a 36 donimî ya li Rimêlanê, bersivê de di pêwîstiyên zebzeyan ên bazara Girkê Legê, Dêrik û Rimêlanê. Carna jî ji Qamişlo, Hesekê û Dêrazorê re jî tê şandin.
- Bavê Sedat Ersoy ku li Mersînê di êrîşeke li ser kafeyê de jiyana xwe ji dest da, Zîrve Ersoy anî ziman ku kurê wî di encama şerê çeteyan de hate qetilkirin û got, welat bûye mîna mafyayê.