ROJEVA 13'Ê SIBATA 2022'AN
Rojeva sereke ya Kurdistanê û Cîhanê.
Rojeva sereke ya Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrişê dagirker ên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan destnîşan kir, ku PKK ji siyaset û zîhniyeta komploya navneteweyî bihurî ye; sîstema dewlet û desthilatdariyê ya komployê derbas kiriye û got, her wiha sîstemeke alternatîf afirandiye.
- Bi wesîleya salvegera 23'an a komploya navneteweyî ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, wê li Ewropa û Kurdistanê çalakî bêne lidarxistin.
- Gundiyên Badiyanê ku beriya 30 salan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîtin, diyar kir ku ew li pey soza xwe ne ya ku dane wî. Gundiyan anîn ziman ku wê heta dawiyê bi PKK'ê re bin.
- Parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Mûrat Çepnî diyar kir ku rastiya li Şengalê ji aliyê gelek kesî ve nayê zanîn û got, xelkê Şengalê dixwaze bi rengekî xweser bijî.
- Şêrzad Semed têkildarê êrişa çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser girtîgeha Sînaa ya Hesekê got, “Ew herêmên li Sûriyeyê yên di bin destê dewleta Tirk de ne, ji aliyê erdnîgarî ve ji bo mayin û vejandina DAÎŞ’ê guncav in."
- Ji fermandarên YRK'ê Şiyar Şevger got, 15'ê Sibatê ji bo gelên Kurdistanê û Rojhilata Navîn rojeke reş e û got, Tevgera Azadiyê ders ji dîrokê derxistiye, lewma planên dagirkeran têk biriye.
- Endama Meclîsa Jinê ya DEST-DAN Nûjiyan Gunay ragihand ku hêzên komploger bi teslîmgirtina Rêberê Gelê Kurd Ocalan xwestin ku gelê Kurd tune bikin û got, "Lê belê texmîn nekirin ku paradîgmaya Abdullah Ocalan ewqasî belav bibe."
- Ji fermandarên HPJ’ê Aryen Arî diyar kir, ku di dema komploya navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an de helwesta herî mezin li dijî komployê li Rojhilatê Kurdistanê hate nîşandan û got; "Îro jî divê helwesta sala 1999'an de bê nîşandan."