ROJEVA 13'Ê GULANA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Xalîde Engîzek diyar kir ku dewleta Tirk bi bikaranîna PDK'ê re dixwaze Kurdan careke din bêstatu bihêle û got, "Eger gelê Kurdistanê bi rol û berpirsyariya xwe ya şerê gel ê şoreşgerî rabe, gerîla wê teqez bi ser bikeve."
- Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk destnîşan kir ku êrişên desthilatdariya AKP-MHP'ê yên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê, ji bo tasfiyekirina destketiyên Kurdan e.
- Li Îngilistanê 16 sendîka wê bi çalakiyên cihêreng daxwaza ji bo azadiya Abdullah Ocalan dubare bikin. Di 18'ê Hezîranê de wê bi pêşengiya sendîkayan meşeke mezin bê lidarxistin û tê payin ku ev daxwaz li meşê bi xurtî bê ziman.
- Nivîskar, rojnamevan û çalakvanên Kerkûkî bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gotin; “Birêz Abdullah Ocalan sembola neteweyekê ye û pêwîste Kurd xwedî li wî derbikeve.”
- Desthilatdariya AKP'ê Şaredariya Geverê talan kir. Bi destê şaredariya ku qeyûm li ser e, bi milyonan lîre pere hate dizîn, şaredarî di bin deynan de hate hiştin.
- Li hin herêmên Etiyopyayê zêdeyî 18 meh in baran nabare. Hêştir ji ber ku nikare têr xwarinê bixwe, qopikê xwe winda dike.