ROJEVA 13’Ê ÇILEYA 2024’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.
- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava û geşedanên têkildarî vê yekê wê bên şopandin.
- DEM Partî li gelek navendan ji bo diyarkirina namzetên xwe yên hilbijartina herêmî, sindoqên pêşhilbijartinê datîne.
- Li Kurdistan û Tirkiyeyê çalakiyên xizmên windayan wê bên şopandin.
- Rastgirên tundrew plana dersînorkirina koçberan û yên ku pasaporta wan a Elmanî hene, dikin.
- Gerîlaya YJA Starê Avaşîn Cûdî diyar kir ku jiyana hevrê Sara her dem bi şer bû û got, “Li hemberî tu kesî serî netewand û li dijî faşîzmê xwedî helwesteke zelal bû. Ev şêwaza wê ya berxwedanê ji bo me bûye mîras.”
- Sîrwa Ehmedî ku par neçar ma ji Rojhilatê Kurdistanê koçî Swîsreyê bike got, “Mesele ne tenê porê me bû. Mesele di heman demê de nasnameya me ya Kurd û jin bûn.”