ROJEVA 12'Ê SIBATA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê.
- Êrişên dagirker ên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin
-Gelên me dema ku fêm bikin şerê man û nemanê yê Îmraliyê tê çi wateyê wê ev titş ji bo wan bêtir bibe wateyeke jiyanî. Diê hêza qawetên şer û çetevaniyê were zanîn, divê tu carî neyê jibîrkirin ku îmhayeke bi min dest pê bike tê wateya qetilkirin bi deh hezaran kesan (ABDULLAH OCALAN)
-Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan: Komploya navneteweyî dibe êrişeke ji bo îmhayê û di esasê xwe de jî dibe êrişeke di çarçoveya pirsgirêka Kurdan de derketiye holê. Ji bo qirkirina Kurdan derketiye holê û êrişeke wisa bi plan û rêxistinkirî ye.
-Bi wesîleya salvegera 23’emîn a komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê çalakiyên protestoyê yên li Ewropa û Kurdistanê werin şopandin.
-Hevserokê HDP’a Mêrdînê Salîh Kuday diyar kir şaredariya qeyyûm li ser gel texrîbatên mezin ava kiriye û got “Kesên dengê xwe dane AKP’ê tên HDP’ê û giliyan dikin.”
-Hîndekarê Pîşeyî yê St Gallen teolog Dr. Bossart “Dema ku PKK ji lîsteya terorê were derxistin, wê daxwaza edaletê ya Kurdan pêk were.”
-Xerîb ê ku ji ber dijminatiya dewleta Tirk a li ser Kurdî bavê wî nikaribû navê Xerîb lê bike, tevî hevrêyên xwe yên di salên 1990’î de têdikoşe, dibe parçeyekî çîrokê.