ROJEVA 12'Ê GULANA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî vê mijarê wê werin şopandin.

- Berpirsyarê Çapemeniyê yê QSD'ê Ferhad Şamî bal kişand ser aliyên siyasî û 'sivîl' ên gavên dewleta Tirk ên ji bo mayindekirina dagirkeriyê û got, "Divê gel û hêzên Sûriyeyê hemû li ber rabin.

- Rojnamevan Dogan Amed bûyerên dawî yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê nirxand.

- Şerê Dugirê raxist pêş çavan ku YBŞ hêzeke berxwedêr e ku wê rê nede fermaneke nû. Her wiha nîşan da ku PDK amûra bingehîn a fermana li dijî Êzidiyan e. Bi kurtasî şerê Dugirê kir ku Êzidî hîn bi zelalî pêşiya xwe bibînin.

- Li gel dîwar, kûleyên çavdêriyê, kalekol û qereqolên li ser sînor hatine lêkirin jî her roj bi sedan koçber ji sînor derbas dibin. Hêzên çekdar ên dewleta Tirk û bazirganên mirovan hevkariyê dikin.