ROJEVA 11'Ê SIBATA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê.
- Êrişên dagirker ên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Asta min a Rêbertiyê, polîtîkaya kevneşop a dewletên Rojavayî ya li ser Kurdan dihejîne. Cewhera bûyerê jî ev rastî ye. Ji ber vê yekê Ewropayê tasfiyekirina min li berjewendiyên xwe dît. (Abdullah Ocalan)
- Konseya Rêveber a KCK'ê ragihand ku bi civîna salane re pêngava 'Dem dema azadiyê' ya ku sal û nîveke dewam dike, di çarçvoeya 3'ê mijarên bingehîn de nirxandiye û bi armanca 'Li ser bingeha xweparastinê ya li dijî faşîzmê, bi xurtkirina Şerê Gel ê Şoreşgerî ji bo azadiya Kurdistanê û demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn' plansazî amade kiriye.
- Hiqûqnas Feyzî Çelîk anî ziman ku li Îmraliyê destûra bingehîn, qanûn û peymanên navneteweyî têne binpêkirin û biqûqiyeke taybet lê heye. Feyzî Çelîk destnîşan kir ku li gel vê yekê jî ji girîngiya lîdertiya Ocalan tiştek kêm nebûye.
- Li Şaredariya Rêya Armûşê, ku ji aliyê qeyûm ve hatiye desteserkirin, bicihkirina personelan a bi rêya torpîlê dewam dike. Rêveberê AKP'ê yê Wanê Caner Aygun ji bo Midûriyeta Karên Civakî û Çandî hate tayînkirin.
- Ji ber salvegera 23'an a komploya navneteweyî ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, wê li Ewropayê û Kurdistanê çalakî bên lidarxistin.
- Pisporê qanûnên navneteweyî Hejar Kakeyî nerazîbûn nîşanî êrişa li ser Mexmûrê da û got: "Tirkiye li dijî wargeha penaberan a Mexmûrê sûcê şer dike."