ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Gerîlayê HPG'ê Dr. Serbilind Dersim diyar kir ku bi delîlên şênber hatiye ispatkirin ku artêşa Tirk çekên kîmyewî bi kar tîne û got, "Artêşa Tirk gazên fetsîner bi kar tîne. Ji wan a herî şênber jî gaza klorê ye."

- Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sîrwan Sine diyar kir ku wan li navçeya Farqînê wesayitên 2 kesan şewitandine ku darên li qadên gerîla dibirîn û xizmet ji polîtîkaya qirker a dewleta Tirk re dikirin.

- Siyasetmedar, nivîskar û nûnerên saziyan destnîşan kirin ku kombûna Dusseldorfê wê rojeke dîrokî be û gotin, "Wê rojê divê kes neçe kar û tevlî meşa mirovahiyê bibe."

- Hevserokê FEDA'yê Demîr Çelîk û ji pîrên Ocaxa Dervîş Cemal Riza Yagmûr anîn ziman ku artêşa Tirk ji ber çekên kîmyewî sûcdar e û destnîşan kirin ku mezlûm hemû divê li ber rabe.

- NAV-BEL'ê ji bo meşa sibe ya li Dusseldorfê banga tevlîbûnê kir û dem û cihê birêketina otobusan eşkere kir.

- Rêbaz Tîleko ku ji bo azadiya Kurd û Kurdistanê tevlî nava refên têkoşîna azadiyê bû, yek ji wan lehengan e ku di vê oxirê de canê xwe feda kir.

Rojnamevan Argeş Şengalî bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk a bi hevkariya PDK’ê û erêkirina hikûmeta Iraqê û got: “Dewleta Tirk bê PDK nikare ti êrîş û pîlana ser Şengalê bike. Bi erêkirina Iraqê êrîş têne kirin.”