ROJEVA 11'Ê GULANA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Gerîlayan diyar kirin ku têkoşîna herî xurt a azadiya jinê ji aliyê YJA Starê ve tê dayin û li ser êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk gotin, "Ji bo pêşî li qetilkirina Kurdan bê girtin divê her kes rabe ser piyan. Bi taybetî ciwan rahêjin çekê û tevlî vê cengê bibin."

- Fermandara YJA Starê Hêzil Ozgur ji gerîla re axivî û got, "Eger heval hunera xwe bi kar bînin, em ê karibin dijmin ê faşîst li vê xakê bişikînin. Divê em operasyona wan a 'kîlît' bikin kilîda ku deriyên Îmraliyê pê vedibe."

- Komîteya Çand û Hunerê ya PKK'ê, şehîd Hozan Mizgîn (Gûrbet Aydin) di salvegera 30'î ya şehadeta wê de bi bîr anî.

- Di kêliyên herî qirêj ên şer de jî Zap ber bi rûpelên dîrokeke esîl ve diçe. Zap ji bo parastina Kurdistanê, ji bo parastina destketî û nirxên bi rûmet ên gelê Kurd li ber xwe dide.

- Rojnameya Tagesspiegel bi sernavê 'Li gel hêza Tirkiyeyê ya li Elmanyayê jî PKK dixwaze legal bibe' bal kişand ser serdana ku ji bo rakirina qedexeya li ser PKK'ê îro bê kirin. Rojnameyê diyar kir, pêvajoyeke zehmet li benda têkiliyên Enqere-Berlînê ye.

- Hunermendên ji çar aliyên Kurdistanê gotin, li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk divê ew bi gerîla re bin û bang li her kesî kirin ku bi vê erk û berpirsyariya xwe rabin.

- Li Srî Lankayê bi xwepêşandanên ku bi hefteyan dewam dikin re krîz girantir dibe. Sîstema ku xwe dispêre globalbûna bazirganiyê û ji aliyê klana Rajapaksa ve tê birêvebirin bi temamî hilweşiya ye.