ROJEVA 11'Ê ÇILEYA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Akademîsyen Florecîa Gûarche diyar kir ku pêngava ji bo azadiya Abdullah Ocalan civakên cuda li hev kom kiriye û got, "Ocalan li hemberî pirsgirêkên heyî rêbaza têkoşîna hevpar nîşan dide."

- Parlamenterê Colemêrgê yê DEM Partiyê Nezîr Parlak bi bîr xist ku Colemêrg di bin rîska erdhejê de ye, lê belê ne ji bo erdhejê ne jî ji bo pêvajoya piştî erdhejê amade ye.

- Ji gerîlayên HPG'ê Serhat Jêhat anî ziman ku ruhê berxwedanê yê Sara li tunelên şer bi gerîlayên jin re ye.

- Gerîlayên HPG û YJA Starê girtiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne silav kirin û gotin, "Em ê bi çalakiyên xwe bibin dengê hevrêyên xwe yên girtî."