ROJEVA 10'Ê SIBATA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrişên dagirker ên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Pîvandin, wezinandin û bi namerdî û xayinî ez avêtin welatê barbaran ê li Efrîkayê. Qaşo xapandin û bi hostatî ez li Îmraliyê li darbestekê bi cih kirin. (Abdullah Ocalan)

- Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Karayilan diyar kir ku pûçkirina komployê têrê nake û got, "Divê bi temamî bê têkbirin. Têkbirin jî bi azadiya Rêber Apo û Kurdistanê dibe. Armanca me ev e."

- KCK'ê komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, di sala 24'an de şermezar kir û bang li gelê Kurd û dostan kir ku ji bo ewlehî, tenduristî û azadiyê xwedî li Abdullah Ocalan derkevin û hesab ji hêzên komploger bipirsin.

- Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) ji bo meşa 12'ê Sibatê ya li bajarê Strasbourgê yê Fransayê banga tevlîbûnê kir.

- Pîvandin, wezinandin û bi namerdî û xayinî ez avêtin welatê barbaran ê li Efrîkayê. Qaşo xapandin û bi hostatî ez li Îmraliyê li darbestekê bi cih kirin.

- Hevserokê KESK'ê Bozgeyîk diyar kir ku bloka AKP-MHP'ê xitimî ye; ji aliyê siyasî, aborî, civakî û ekolojîk ve di nava krîzeke piralî de ye.

- Li Colemêrgê ku 6 sal in çalakî, çûyîna zozanan û gundan lê qedexe ye, mirov lê têne kuştin, qeyûmê dagirker bi dirûşma 'Li Colemêrgê jiyan heye' festîvala berfê lidar xist.