ROJEVA 10'Ê ÇILEYA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- DEM Partî beriya dengdana gel a 13-14'ê Çileyê, wê bernamzetên xwe yên ji bo sê bajarên mezin Wan, Mêrdîn û Amedê di weşana zindî de derxîne pêşberî gel.

- Hevserokê PYD'ê Salih Muslim anî ziman ku Rêveberiya Xweser nabe ku ji nedîtî ve bê û got, dewleta Tirk hildiweşe, eger pirsgirêka Kurd çareser neke wê bi temamî hilweşe.

- Gerîlayê HPG'ê Kemal Pîr şehîdên komkujiya Parîsê Sara, Rojbîn û Ronahî bi bîr anî û got, "Heta ku tola hevrêyên xwe hilînin, şerê me wê bênavber dewam bike."

- Dilbirîn Temê dema 12 salî bû Sakîne Cansiz nas kir. Çeteyê ku dabû dayika wî, hîn jî diparêze. Dilbirîn Temê got, "Tenê sê rojan li mala me mabû, lê belê mîna sê salan bû."

- Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ava herî biha ya Tirkiyeyê li Wanê difiroşe. Di nava 6 mehan de buhayê avê 5 caran zêde kir.