ROJEVA 1'Ê SIBATA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrişên dagirker ên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Karayilan diyar kir ku stratejiya esasî ya Tirkiyeyê ew e; li Sûriyeyê Kurd nebin xwedî mafên xwe yên nasnameyê û gelê Kurdistanê cihê xwe di jinûve dîzaynê de negire û got, "Tirkiyeyê ji bo vê gelekî hewl da, lê bi ser neket."

- Komîteya Navendî ya PKK'ê civîna xwe ya salane lidar xist, plana kar û têkoşînê ya dema nû amade kir û ragihand ku rêbaza rêxistin û rêveberiyê li gorî vê planê nû kiriye.

- Viyan Soran ku ji bo şermezarkirina tecrîd û dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 2'ê Sibata 2006'an de bedena xwe da ber agir, bi têkoşîna xwe ya li ser xeta azadiyê ya jinê, bû pêşeng ji jinan re.

- Gerîlaya YJA Starê Dorşîn Rûbar Amed got, çalakiya Viyan Soran gelekî girîng e, li dijî komployê qîrîna wijdanê mirovahiyê ye.

- Hejmara meha Sibatê ya rojnameya Newaya Jin bi manşeta "Pêşî li ronesansa Kurdan nikare bê girtin" hate weşandin.

- Nivîskarên jin ên Kurd Roza Metîna û Sûltan Yaray, li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser Kurdî bang li Kurdan kirin ku xwedî li zimanê xwe derkevin û li her derê bi Kurdî biaxivin.