Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal (PSAKD), Federasyona Elewiyên Bektaşî, Weqfa Çanda Anadoluyê ya Hacî Bektaş Velî, Komeleyên Çanda Elewiyan û gelek saziyên sivîl, bertek nîşanî fatûreyên zêde yên ceyranê û gaza xwezayî ku li cemxaneyan hatine birîn û cemxaneyê xistine statûya “kargehan” dan. Saziyan li ber Dadgeha Çaglayana Stenbolê daxuyanî dan û rêveberên HDP, CPH’ê jî destek dan daxuyaniyê.
Serokê Giştî yê Weqfa Çanda Anadoluyê ya Hacî Bektaş Velî Huseyîn Guzelgul anî ziman ku her tişt li Tirkiyê teslîmî terîqatan hatiye kirin û saziyên elewî û demokratîk jî tên cezakirin. Guzelgul got DMME’yê ji bo cemxane bikevin statûya qanûnî biryar daye û lê hêj ev biryar li Tirkiyê nehatiye dayîn. Guzelgul destnîşan kir ku li hember baweriya elewîtiyê zimanek cihêkariyê tê bikaranîn û ev yek dibe sedema wê yekê ku li nava civakê belav dibe. Guzelgul got heta ew mafên xwe bistînin dê têkoşîna xwe bidomînin û fatûreyên biha hatine birîn jî nedin.
Serokê Giştî yê PSAKD’ê Ganî Kaplan jî anî ziman ku meseleya girîng ew e ku statû nadin cemxaneyan û ew li dijî nivîsandina “kargeh” ku ji bo cemxaneyan hatiye nivîsandin serî radikin. Kaplan destnîşan kir ku heta ku ji cemxaneyan re “kargeh” were gotin ango nivîsandin dê fatûreyên hatine ranezînin û fatûreyek roja Qesrê têra xwedîkirina bajarekî dike, lê bi vî awayî li ser saziyên elewiyan neheqiyê û zilmê dikin.
Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglu jî destnîşan kir ku îktîdar û şîrketên girêdayî wê li dijî elewiyan cihêkariyê dikin.
Endama Desteya Rêveberiya Fedarasyona Bektaşî ya Elewiyan Dîlek Guneş li ser navê saziyan metna hevpar a dxuyaniyê xwend û got ew mafê wekheviyê dixwazin û her kesî vedixwînin ku li hember elewiyan wekhev tevbigerin. Guneş bertek nîşanî gotina “kargehê” ku li cemxaneyan kirine da û ew ê li dijî vê neheqiyê her bisekinin.