Rêxistinên Elewiyan li hev civiyan: Em ê fatûreyê nedin

Rêxistinên Elewiyan ên li dijî fatûreyên zêde li hev kom bûn, diyar kirin ku wê fatûreyan nedin. Rêxistinan gotin, "Diyarkirina statuya cemxaneyan ne karê dewletê ye."

Pêkhateyên Federasyona Komeleyên Elewiyan, rêxistinên Elewiyan ên serbixwe têkildarî fatûreyên zêde yên ji saziyên wan re hatine şandin, li Ber Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê li hev civiyan û daxuyaniyek dan. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mûsa Pîroglû, Oya Ersoy, hunermend Tolga Sag, Pîrên Elewiyan û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn.

'STATUYÊ EM DIYAR DIKIN'

Serokê Federasyona Komeleyên Elewiyan Celal Firat daxuyanî da û got, "Statuya hiqûqî ya cemxaneyan ji aliyê Elewiyan ve tê diyarkirin, dewlet jî divê vê qebûl bike. Lê belê qebûl nekir. Lewma roja Înê rêxistinên Elewiyan hemû wê li ber edliyeyan li hev kom bibin û ti fatûreyê nedin."

Firat got, "Eger dewlet me weke welatiyên xwe nabîne hingî bila bacê ji me negire, me neşîne leşkerî. Nenaskirina van mafên me cihê şermê ye."

'DAYINA VÊ BIRYARÊ NE KARÊ DEWLETÊ YE'

Parêzer Nûray Aslaner piştre axivî û diyar kir ku ji bo ji niha û pê ve fatûre neyên dayin wê cemxane serî li dadgehê bidin û got, "Ne karê dewletê ye ku biryarê bide ku cemxane îbadetxane ye yan na."

Piştî daxuyaniyê, nûnerên rêxistinên Elewiyan derbasî nava edliyeyê bûn û ji bo cemxane weke îbaretxane bê hesibandin û fatûreyên hatine neyê dayin, serî li dadgehê dan.