Rewşa girtiyên nexweş Acar û Şahîn giran e

Di çalakiyên li Stenbol û Enqereyê de hate diyarkirin rewşa girtiyên nexweş Tenzîle Acar û Bûrhanettîn Şahîn giran e.

STENBOL

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê çalakiya 556’emîn a “Rûniştina F”  ku her hefteyê pêk tînin, li pêşiya avahiyê komeleyê li dar xistin. Çalakvanan di çalakiya xwe de bal kişandin ser rewşa girtiya nexweş Tenzîle Acar a di Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê de tê ragirtin. Di çalakiya ku bi tev li bûna gelek parazvanên mafên mirovan pêk hatiye de pankarta “Tedawî maf e, nayê qedexekirin” hate vekirin û dirûşmeyên “Girtiya nexweş Tenzîle Acar bila bê berdan” û “Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyîn” hatin berzkirin.  

Di daxuaniyê de endama ÎHD’ê Meryem Bars diyar kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ji bo başbûna girtiyên nexweş astengiyeke mezin e û anî ziman ku nexweşînên zerika kronîk, tuberkuloz ên Tenzîle Acarê hene û xwîn ji qirika wê tê. 

Bars bal kişand ser agahiyên ku parêzerê Acarê dane wan û destnîşan kir ku piştî dema pandemiyê pirsgirêkên Acarê hatine piştgûhkirin û rewşa wê girantir bûye. Bars da zanîn ku li gel parêzêrê Acarê dayika wê jî hin agahî bi wan re parve kirine û wiha axivî: “Heya niha tenê carekê, ew jî piştî ku 4 sal bi ser girtina wê re derbas bûne ew birine nexweşxaneyê. Dema ew biribûn jî destê wê ji paş ve kelepçe kiribûn. Acar ji ber ku xwestine wê li cem leşkerên mêr tedawî bikin tedawîbûn red kiriye.”   

Bars di axaftina xwe ya bi malbatê re anîbû ziman ku berpirsyariya rayedarên girtîgehê di xirabûna rewşa wê de heye.  

Bars da zanîn ku tenduristî û mafên jiyanê yên girtiyan di berpirsyariya dewletê de ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dewlet berpirsyar e ku şert û mercên girtîgehan li gorî standardên mirovan saz bike û astengiyên li pêşiya tedawîbûna girtiyan rake û wan tedawî bike.”   

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

 ENQERE

Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, ji bo ku balê bikêşine ser rewşa girtiyên nexweş, li pêşiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Enqereyê ji bo çalakiya xwe ya 428’emîn hatin cem hev. Di çalakiyê de pankarta “Tedawî maf e, nayê astengkirin û girtiyên nexweş bila bên berdan” hat vekirin. Di çalakiyê de endamê Înîsiyatîfê parêzer Umît Akbûlût axivî û bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Bûrhanettîn Şahîn ê li Girtîgeha Erziromê ya Tîpa H'yê. 

Bûrhanettîn Şahîn hevşaredarê berê yê Qereyaziyê ye û 28 meh berê hate girtin. Şahîn şandin Girtîgeha Erziromê. Akbûlût bal kişand ser rewşa Şahîn û ev tişt gotin: “Halê hazir hê jî wek girtî tê darizandin û wê 8’ê Sibata 2023’yan rûniştina doza wî were kirin. Şahîn Adara 2022’yan de nerihet bû û ew birin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Herêmê ya Erziromê. Li wir hin tahlîl girtin û teşhisa penceşêrê lê hate kirin. Li gel encamên kişandina MR jî hat zanîn ku penceşêra laşê wî belav bûye û bijîşkê pispor aniye ziman ku divê Şahîn bi awayeke lezgîn bê ameliyaatkirin. Li ji bo ameliyata wî ya lezgîn ji bo Çileya 2023’yan randewû dane wî.” 

Akbûlût destnîşan kir ku Şahîn bi malbata xwe re hevdîtana dawî de aniye ziman ku êşên wî giran bûne û rewşa wî her ku diçe xirabtir dibe. Ji ber penceşêr belav dibe rewşa wî di xetereyê de ye. Divê demildest emeliyata wî bê kirin û divê were berdan.”