Rêwîtiya heyeta ciwanan a ber bi Efrîkaya Başûr destpê kir

Komîteya Dîplomasiyê ya Ciwanan a Kurdistanê ber bi Efrîkaya Başûr ve dest bi rêwîtiyeke ji bo mehekê kir.

Ji Komîteya Dîplomasiyê ya Ciwanan a Kurdistanê heyetekê îro dest bi rêwîtiyeke ji bo mehekê ya ber bi Efrîkaya Başûr ve kir. Endamên heyetê wê biçin bajarên cuda, serdana rêxistinên demokratîk bikin û bi wan re li ser dîroka têkoşînê ya Efrîkaya Başûr nîqaş bikin. Di serdanan de wê felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Şoreşa Rojava bidin naskirin. Destpêkê wê serdana rêxistinên li Cape Townê bikin. Komîte wê li wir tevlî çalakiyan bibe û Tevgera Azadiyê ya Kurd bide naskirin.

Bi Koma Agahî û Lêkolîn û Kar a Navneteweyî (ILRIG) re civînek lidar xist. ILRIG li dijî mêtingerî û zexta dewletê, ji bo civaka Efrîkaya Başûr bi armanca afirandina alternatîfeke demokratîk, têkoşîn û pêşketina karkerên antî kapîtalîst lêkolîn dike. Lewma jî li gel rêxistinên cuda ji bo karker û aktîvîstan gelek çalakiyan birêxistin dike.

Heyet piştre ji aliyê Sendîkaya Karkeran a Hevalbend û Çandiniyê ya Stevedoring a Bazirganî (CSSAWU) ve hate pêşwazîkirin û ji bo rojên bê çalakiyên bi beşdariya jin û ciwanan plan kir.

Di herdu civînan de heyet bi germî hate pêşwazîkirin.

Serokkomarê destpêkê yê hilbijartî yê Efrîkaya Başûr Nelson Mandela di sala 1997'an de gotibû, "Ez parçeyek ji têkoşîna Kurdan im. Ez yekî ji we me."

Beriya komploya navneteweyî ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, Mandela li Efrîkaya Başûr pêşniyara penaberiya siyasî lê kiribû.