Redad Qelab: Ji bo azadiya Rêber Ocalan divê gelên Kurd û Ereb bi hev re bixebitin

Nivîskarê Urdunî Redad Qelab bal kişand ser pêwîstiya civîneke di navbera Kurdan û Ereban de û got “Ji bo azadiya Abdullah Ocalan divê gelên Kurd û Ereb bi hev re bixebitin.”

Nivîskarê Urdunî Redad Qelab ji beşa Erebî ya Ajansa Nûçeyan a Firatê re axivî û girîngiya têkiliya di navbera gelên Kurd û Ereb de û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 23 sal in dîlgirtî ye. Ji bo azadiya Ocalan pêwîstî bi nêzîkatiyeke çawa heye?

Divê em girîngiyê bidin avakirina dahatûyeke yekgirtî, demokratîk, wekhev û piralî ya di navbera gelên Kurd û Ereb de. Ji bo ku berjewendiyeke li ser bingeha rêzgirtinê û hevbeş, çarenûsa hevpar di navbera çar neteweyan; Ereb, Kurd, Tirk û Fars de pêk were. Çalakiyên hevpar ên di asta navneteweyî de têne kirin jî divê li ser esasê berjewendiyên siyasî, aborî û civakî yên hevpar bin. Li ser vê bingehê jî ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan divê bang bê kirin.

Gelê Kurd û hevalên wan hewil didin ku hevkêşeyê biguherînin. Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo ku PKK ji lîsteya terorê were derxistin bang tên kirin. Tu çawa vê pêngavê dinirxînî?

Ev pêngaveke girîng e û dema wê jî guncaw e, her wiha ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Ocalan divê liv û tevgereke li ser bingeheke navdewletî pêk were. Ji bo ku PKK ji lîsteya terorê were derxistin divê bang were kirin, ji ber ku gerîlayên PKK’ê di têkçûna terora DAÎŞ’ê de roleke girîng lîstin.

Gelê Ereb çawa dikare bi gelê Kurd re kar bike. Ji ber ku ew di krîza li herêmê de şirîkên herêm û çarenûsê ne?

Ev mijareke girîng û hestiyar e, lê ji ber eleqedarbûna bi mijarên pêşîntir, yan jî ji ber biryareke neberpirsiyarî ya ku neteweperweriya Kurdî bi nêrîneke nerealîst dibine hatiye paşguhkirin. Bi taybet Tirkiye û Îran dijminatiya doza gelê Kurd dikin.
Ev yek jî dibe sedema tirsa welatên kolonyalîst ku her guhertinek di doza Kurdan de wê bandorê li ser tevahiya dîmena siyasî ya serdest bike. Ev jî ji aliyê hêzên dagirker ve hatine ferzkirin ku xaka Ereban parçe kirine da ku kontrolkirin û bindestkirina wan hêsantir bibe wekî ku xaka gelê Kurd çar parçe kirin û di navbera 4 welatan de par ve kirin. Bi vê yekê gelê Kurdistanê jî hem ji hêla ziman û hem ji hêla çandê ve parçe kirin. Ji ber vê yekê divê ku gelê Kurd di bin berjewendiya gelê Sûriyeyê û Iraqê de bixebitin ji bo dadperweriya daxwazên wan û hevahengiya wan bi rewabûna van daxwazan re û nabe ev pêngav li dijî berjewendiya gelê Iraqê û Sûriyeyê were nîşandan. Her wiha divê hişyar bin ji encamên pêngavê ku dibe ji bo Tirkiye û Îranê bibe cihê metirsiyê. Êdî bi vê yekê wê bi hêz li dijî îradeya gelê Kurd û daxwazên wan ên rewa bixebitin.

Di van demên dawîn de Urdinê konferansa danûstandinê ya di navbera Ereb û Kurdan de pêşwazî kir. Gelo konferans û gavavêtinên bi vî rengî heya çi radeyê wê bandorê li pêwendiyên her du gelan, Ereb û Kurdan bikin?

Ev gavavêtineke pir girîng e ji ber ku wê çarenûsa her du gelan ya hevbeş li Urdinê û Filistînê berçav bike û wê girêdana gelê Kurd bi mijarên gelê Ereb û Îslamê yên di demên berê de eşkere bike. Her wiha pêwîst e peywendiyên baş di navbera gelê Kurd û gelê Urdinê û Filîstînê de bêne xurtkirin. Weke ku li Sûriyeyê, Iraqê, Tirkiyê û Îranê hate nîşandan.

Gotineke te ya dawî di derbarê berdewamkirina komployan de, tu çi zêde dikî?

Divê em baş li ser pêwendî û têkiliya her çar neteweyan Ereb, Kurd, Tirk û Firs bi hev re bisekinin. Komplo û planên qirên ên hêzên serdest û kapîtalîst û rola Îsraîl di sabotekirina têkiliyan de bandorê li têkilî û pêwendiyên di navbera herçar netewan de dike. Ji ber ku armanca wan ew e ku nakokiyan di navbera her çar neteweyan de ava bikin. Her wiha divê ku gelê Kurd li her çar perçayê Kurdistanê bibin yek û bi taybet divê ku rêveberiya herêma Kurdistanê û Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi hev re bixebitin. Êdî bi vê yekê zextekê li Tirkiyeyê bikin da ku operasyonên wan ên qirker were rawestandin û Rêberê Gelê Kurd Azad bibe.