ROJEVA 5’Ê TÎRMEHA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

ROJEV

* Bûyerên piştî banga 27’ê Sibatê ya Rêber Apo û Kongreya 12’emîn a PKK’ê wê bêne şopandin.

* Prof. Yann Moulier Boutang diyar kir ku banga Rêber Apo ne tenê ji bo Tirkiyeyê, ji bo Ewropayê jî girîng e û got: "Çareseriya pirsgirêka Kurd ji bo endamtiya Tirkiyeyê ya YE’yê girîng e. Berdana Ocalan wê ji bo YE’yê peyamek girîng be."

* Birayê Alî Haydar Elyakut ê ku 32 sal in di girtîgehê de ye, Hasan Elyakut got, "Nabe girtiyên nexweş bikin mijara bazarê, ev yek derexlaqî ye."

* Endama Konseya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif diyar kir ku hikûmeta demkî ya Sûriyeyê di amadekariyên ji bo destûr û parlamentoya nû de rêbaza wêdekirinê didomîne û beşdariya takekesî wê îradeya gel temsîl neke.

* Êrîşên li ser Kurdistanê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

* Endama MYK a DEM Partiyê Îlknûr Bîrol, diyar kir ku jiyana demokratîk, wekhev û azad daxwaza tevahiya civakê ye û got, “Bendewariyên ku pêş dikevin, divê bi gavên erênî werin destekkirin.”

* Parlamenterê DEM Partî yê Bedlîsê di axaftina xwe ya derbarê gendeliya li Nexweşxaneya Tetwanê de got, "Bêserûberiyeke mezin a 36 mîlyon TL heye. Perdeyên ku tê gotin hatine kirîn, tune ne. Piştî lêkolîna mufetîş, hin bijîşk ji kar hatin dûrxistin."