Prof. Paech: Qedexeya PKK’ê zirar da demokrasiya Elmanyayê

Prof. Paech: Qedexeya PKK’ê zirar da demokrasiya Elmanyayê

Di 16’ê mijdarê de li Berlînê meşa ‘bila qedexeya PKK’ê rabe’ dê pêk were û piştgiriya ji bo meşê her diçe zêdetir dibe. Prof Norman Paec jî piştgirî da meşê û da zanîn ku ev qedexe tenê zirarê nade kurdan dide hemû demokrasiya Elmanyayê.  Paech got Elmanya bi zext û qedexeyan ev 20 sale hewl dide PKK’ê  ji kurdan dur bixîn eû PKK’ê îlegalîze bike û ev şaşiyek bû.

Bi armanca ku qedexeya PKK’ê ya ku Elmanyayê di 26’ê mijdara 1993’an de xist meriyetê û hikûmeta Almanyayê piştgiriyê bide pêvajoya çareseriya pirsgiarêka kurd dê li Berlînê meş û mîtîngek pêk were. Bi banga rêxistinên civaka sivîl a Almanyayê û parêzvanên mafê mirovan di 16’ê mijdarê de roja şemiyê de me dê ji qada Alexenderplatz dest pê bike û bi mîtîn ali qada Brandenburg bi dawî bibe.

Meşa ku Tatort Kurdistan organîze kiriye û saziyên ku di nava bangewaziyê de cih girtin wihane:Komîteya Edelet û Demokrasiyê, Diyolog Kreîs, Tora Xebatê ya Aştiyê, IPPNW, DFG-VK,Lîga Mafê Mirovan a Navnetewî, Yekitiya Hiqûqnasên ji b Mafê Mirovan û Demokrasiya Ewropayê (EJDM), Yekitiya Hiqûqnasên Demokratîk a Almanyayê, Konseya Aştiyê ya Federal, MAF-DAD, Prof. Dr Mohssen Massarrat, Prof. Dr Ulrîch Gottsteîn, Dr. Gîsela Penteker, Prof. Andreas Buro, Prof. Norman Paech, Clemens Ronnefeld, Dogan Akhanli.

ELMANYA Û EWROPAYÊ ŞAŞÎ KIR

Prof Norman Paech jî piştgirî da çalakiyê û di nirxandina ku ji ANF’ê re kir de beriya 16’ê  Mijdarê bang li hikûmeta Berlînê kir. Paech wiha pê de çû: “Elmanyayê bi qedexekirina PKK’ê û Yekiriya Ewropayê jî bi xistina ‘lîsteya terorê’ PKK îlegalîze kir. PKK dînamîka herî girîng ya tevgera azadiya kurd e. Di tevgereke wisa de wê ji derveyê siyasetêhiştin bi giştî şaş e. Ji bo pêşveçûna pêvajoya aştiyê ya Kurdistanê divê di serî de Ewropa û Elman darazên xwe yên li pêş PKK’ê biguhere.

Lê Elmanyayê bi qedexe û zextan hewl da kurdan ji PKK’ê cuda bikin û PKK wek rêxistineke marjînal nîşan da. PKK ji bo kurdan tê çi wateyê divê baş bê fêmkirin. Rêberê PKK Ocalan bi mehan de bi dewleta tirk re pêvajoyê nîqaş dike û agirbestek niha heye. Ji bo pêvajoyê ya girîng eve ku şer bi giştî ji holê rabe. Ligel ku pêvajo xetimî û pakêta Erdogan jî vala bû, israra tevgera kurd girînge. Divê Ewropa jî vê baş bibîne.

ELMANYA DIVÊ JI BO ÇARESERIYÊ BI SER TIRKIYEYÊ DE BIÇE

Paech di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku ji bo pêşveçûna pêvajoyê divê ji derve de zext li Tirkiyeyê bê kirin û di vê mijarê de balkişand ser rola Almanyayê. Paech wiha pê de çû: “Di serî de Alman û welatên Ewropa divê çareseriyê li Tirkiyeyê ferz dikin.  Ji bo vê jî divê dest ji marjînalkirina PKK’ê berdin.  Ev 20 sale ev qedexe didome û ev zirarê dide kurdan. Almanyayê şaşî kir. Di alî demokrasiya xwe de mînakek şaş bû. “

PROF. NORMAN PAECH KÎ YE?

Prof.Norman Paech yek ji pisporên ku geşedanên Kurdistan û Rojhilata Navîn ji nêz ve dişopîne. Di sala 1938’an de li bajarê Bremerhaven ya Elmanyayê hatiye dinê. Li Zanîngehên Tubîngen, Munchen û Parîsê perwerdehiya zanistên siyasî û hiqûqî girtiye. Di navbera sala 1975-1982’an de li Zanîngeha Hamburgê Fakulteya Hiqûqê pisporî kir. Ji 1982’an heta 2003’an li heman zanîngehê dersên aborî û siyasetê da.  Di navbera 1977-1986’an de serokatiya Yekitiya Hiqûqnasên Demokrat kir. Di navbera 2005-2009’an de endamê Meclisa Federal bû û di dema dawî de berdevkê karê derve yê Partiya Çep bû.