Polîsan qetil kir, li xwe mikur hatin lê ceza nehat dayîn

ÎHD'ê bal kişand ser Husamettîn Yaman û Mehmet Soner Gul ên di girtîgehê de hatin qetilkirin û got, "Tevî ku cînayet hatin îtîrafkirin jî ceza nehat dayîn."

Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Îzmîrê çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” ku ji du hefteya carek li dar dixe li ber Sumerbanka kevn a li Konakê çalakî li dar xist. Di çalakiyê de pankartên “Winda wîjdan e, xwedî lê derkeve” û “Kujer diyar in winda li ku ne” hatin vekirin. Sekreterê ÎHD’a Îzmîrê Alî Aydin daxuyaniya vê hefteyê da û li aqûbeta Husemettîn Yaman û Mehmet Soner Gul ên di 2’yê gulana 1992’yan de li zanîngehê hatin windakirin û qetilkirin pirsî. Alî Aydin xwest kujerên her du qurbaniyan bên eşkerekirin û werin darizandin û cezakirin.

Sekreterê Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê Alî Aydin jî wiha got:

Husamettîn Yaman ê 22 salî xwendekarê Dibistana Pîşeyî ya Zanistên Teknîkî ya Zanîngeha Stenbolê bû. Bi hinceta ku pankart hilgirtiye 15 rojan di girtîgehê de ma û di 6'ê Îlona 1990'î de hat berdan. Mehmet Soner Gul (21) xwendekarê Cerrahpaşayê bû. Fakulteya Tipê û endamê komeleya xwendekaran bû, bi siyasetê re mijûl dibû, hat destgîrkirin. Rastî îşkenceya giran hat û bi kuştinê hat tehdîtkirin. Husamettin Yaman 2’yê Gulana 1992’an roja şemiyê ji malê derket û nema hat.”

Aydin bi bîr xist ku îtîrafên polîsê tevgera taybet Ayhan Çarkîn ên di 19'ê Kanûna 2011'an de li ser înfaz û windakirinan hatin weşandin û got, "Çarkîn di beşeke îtirafên xwe de gotibû, piştî ku Husamettîn Yaman û Soner Gul hatin destgîrkirin li qadek a daristanê îfadeyê wan girtine û înfaz kirine. Her wiha got ku bi derewa ku bombe avêtin otobusa polîsan, ew xapandine. Dibêje ‘Ez bawer nakim çawa me zarokên 20 salî kuştin. Dûv re ez hîn bûm ku tu sûcên wan tune bû."

 Aydin, diyar kir ku piştî van îfadeyan parêzerên malbatê dîsa gilî kirine û got, "Dema ku ji ber îfadeyên Ayhan Çarkîn diviyabû lêpirsîn ji nû ve bihata destpêkirin, dosya hat kişandin, bi vî awayî dosya û veşartina rastiyan berdewam kir."