Polîsan gef li rojnamevanên ku berxwedana Şenyaşaran dişopand xwarin

Polîsan êrîşî rojnamevanên ku çalakiya malbata Şenyaşar dişopandin, kirin û gef li wan xwarin.

Emîne Şenyaşar û lawê xwe Parlamneterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar di roja 29’emîn de li ber Wezareta Dadê têkoşîna xwe ya Nobeta Edaletê didomînin. Dayik û law ji deriyê Meclisê yê Dîkmenê xwestin heta Wezareta Dadê bimeşin. Polîsên trafîkê bi hinceta ku konvoya Serokkomar derbas dibe wan dan rawestandin.

Ferît Şenyaşar kêliya ku protokol derbas dibû bertek nîşanî wan rayedaran da û got: “Vê malbatê bibînin, vê malbata li edaletê digere bibînin. Hûn neçarin vê malbata ku li edaletê digere bibînin.” Piştî konvoy ango protokol derbas bû hê destûr hat dayîn ku malbat derbasî ber wezaretê bibe.

Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê û Arti TV’yê yên ku çalakiyê dişopandin, ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Polîsan li rojnamevanan dan û kameramanê Arti TV daf dan ser rêya wesayîtan. Polîsan bi îdiaya ku rojnamevan dîmen û wêneyên wan digirin, gefa destgîrkirinê li wan xwarin.

Emîne Şenyaşar bertek nîşanî astengkirin û êrîşa li dijî rojnamevanan da û got: “Yên ku sûc dikin nagirin. Yên ku li edaletê digerin, yên alîkariya me dikin digirin. Ka edalet? Ka malbata min? Bila qesasên me bên darizandin. Bila Fadilê min were berdan.”