Polîsan êrîşê girseya ku li dijî êrîşên dagirkeriyê dimeşiyan kir
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a bi hevkariya PDK’ê li ser Kurdistanê bi meşekê hat şermezarkirin. Di meşê de Hevserokê ESP’ê Şahîn Tumuklu û gelek kesên din hatin destgîrkirin.
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a bi hevkariya PDK’ê li ser Kurdistanê bi meşekê hat şermezarkirin. Di meşê de Hevserokê ESP’ê Şahîn Tumuklu û gelek kesên din hatin destgîrkirin.
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Demorkatîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA), êrîşên Tirkiyeyê yên bi hevkartiya PDK’ê li dijî axa Başûrê Kurdistanê pêk tên, li Qada Tunelê ya Taksîma Stenbolê li hev kom bûn û bi meşekê protesto kirin.
Dayikên Aştiyê, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, parlamenterên HDP’ê, pêkhateyên HDP’ê û HDK’ê û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Di meşê de dovîzên “Tecrîd sûcê dijmirovî ye”, “Aştiyek bi rûmet” û “Bimre xiyanet” hatin hildan.
Girseyê bênavber bi berzkirina dirûşmeyan li dijî şer derketin û daxwaza aştiyê kirin. Girse ji Qada Tunelê xwest ber bi Meydana Taksîmê ve bimeşe. Polîsan li Cadeya Îstîklalê pêşiya girseyê girt û girseyê dorpêç kirin. Girseyê bi berzkirina dirûşmeyan dorpêça polîsan şermezar kir.
Parlamenterê HDP’ê Sezaî Temellî di nava dorpêçê de daxuyanî da û destnîşan kir ku şer feqîriyê tîne û wiha got: “Şer dibe sedema mirina zarokan. Em dixwazin her kes li eniya aştiyê cih bigire.”
Polîsan xwest mudaxeleyî daxuyaniyê bike lê girseyê bênavber bi berzkirina dirûşmeyan bersiva polîsan dan. Polîsan piştre êrîşî girseyê kir.
Bi dehan ciwanên endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê meşiyan û dirûşmeyên wek “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî berxwedana Zapê”, “Bijî berxwedana Avaşîn” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. Polîsan xwest pêşiya wan bigire. Lê ciwanan berê xwe dan nava kolanên Taskîmê û meşa xwe berdewam kirin.
Di kêliya meşê de polîsan Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu, endamê OHD’ê parêzer Veysî Eksî û gelek rêveberên HDP’ê destgîr kirin.
Hat zanîn ku gelek ciwan ji aliyê polîsan ve li noqteyên cuda hatine destgîrkirin.
Piştî meşê polîsan avahiya Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê dorpêç kirin.