Parlementera Alman Jelpke piştgirî da Ayşe Gokhanê!

Parlementera Alman Jelpke piştgirî da Ayşe Gokhanê!

Endama Meclisa Federal ya Almanyayê Ulla Jelpke aşkera kir ku, ew tam piştgiriyê dide çalakiya Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokhan ku li dijî dîwarê di navbera Nisêbîn-Qamişlo de ava dikin, dest bi çalakiya rojiya mirinê kiriye. Jelpke ya Partiya Çep bibîrxist ku, wê gelek caran sinorê mijara gotinê derbaz kiriye û peyama “Hevgirtin sinoran nasnake” da.

Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokhan ku li dijî dîwarê dewleta Tirk  dixwaze di navbera Bakûr û Rojavayê Kurdistanê de ava bike dest bi çalakiya rojiya mirinê kiriye, di roja 9’mîn de peyamên piştgiriyê didomin. Parlementera Alman Ulla Jelpke daxuyaniyek nivîskî weşand û ragihand ku, ew tam piştgiriyê dide çalakiya Gokhanê.

Endama Partiya Çep Jelpke baldikişîne ser ku, dîwarê dixwazin ava bikin hewil didin tevgera azadî û şoreşa gelê Kurd ya li Rojavayê Kurdistanê daye destpêkirin derbazî Bakûrê Kurdistanê nebe. Jelpke got: “Dewleta Tirk pir ditirse ku ruhê şoreşê yê li tenişta wê bilind dibe negehe sinorê wê. Ne tesadufe di demekî ku êrîşên komên terrorist ên girêdayî El Qaîdeyê û piştgiriyê ji Tirkiyeyê distînin êrîşên xwe li Rojava zêdekirine de, dîwar bê avakirin.”

Parlementera Alman anî ziman ku, ew gelek caran çûye Nisêbîn û Qamişloyê, di her du bajaran de jî dostên wê hene û ev bangawazî kir: “Ez Ayşe Gokhanê jî nas dikim, dema ku ez dihatin herêmê hevalbendiya min dikir. Herdu bajarên bisinoran hatine perçekirin di rastiyê de yekin. Di serî de çalakiya Gokhanê û gelê herêmê ku li dijî ‘dîwarê şermê’ çalakî dane destpêkirin ji dil piştgiriya xwe tînim ziman. Hevgirtin sinoran nasnake.”