Parêzvanên mafê mirovan: Parastina mafan ne sûc e!

Tora Piştevaniyê ya Mafê Mirovan li Şûbeya ÎHD'ê ya Stenbolê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de destgîrkirina Ferhat Berkpinar, Endamê Desteya Rêveber a ÎHD'ê ya Şûbeya Amedê şermezar kirin.

Piştî ku polîsên Tirk bi ser Şûbeya ÎHD'ê ya Amedê de girtin, Endamê Desteya Rêveber a Şûbeyê Ferhat Berkpinar hate destgîrkirin. Destgîrkirina Berkpinar li gelek bajaran hate şermezarkirin. Di daxuyaniya çapemeniyê de ya li Şûbeya ÎHD'ê ya Stenbolê, Tora Parêzvanê Mafê Mirovan xwest ku Berkpinar demildest were berdan.

Serokê Şûbeya ÎHD'ê ya Stenbolê Gulserek Yolerî di daxuyaniyê de got, ''Li dijî zextan dewamkirina têkoşîna me ji bo parastina rûmeta mirovahiyê divêtiyek e.  Bi navê Komeleya Mafê Mirovan em ê ti carî ji têkoşîna mafdar a parastina mafan neyên xwarê.''

Li ser navê Tora Piştevaniya Parêzvanên Mafê Mirovan Tarik Beyhan jî bi bir  xist polîsan bi ser Şûbeya ÎHD'ê ya Amedê de girtine, Berkpinar hatiye destgîrkirin. Beyhan diyar kir li dijî vê neheqiyê wan îtîraz kirine, xwest ku dawî li zext û zordariya li parêzvanê mafê mirovan were û Ferhat Berkpinar demildest were berdan.

Saziyên mafê mirovan ku daxuyanî dane:

“Civil Rights Defenders, Komeleya Çavdêr a Eşit Haklar İçin, Komeleya Hak İnisiyatifi , Navenda  Hakikat Adalet Hafızayê, Şûbeya Stenbolê ya Mafê Mirovan, Komeleya İnsan Hakları Gündemi, Kaos GL, Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê, Punto 24 Komeleya Rojnamegeriya Serbixwe, Research Institute on Turkey, SPoD LGBTİ+, Komeleya Lêkolîna Qada Sivîl , Turkey Litigation Support Project, Forûma Çandê ya Tirkiyê-Elmanyayê , Nûnertiya Stenbolê ya Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê, Şûbeya Tirkiyê ya Rêxistina Efûyê ya Navnetewî, Komeleya Azadiyê ya Yaşam Bellek, Komeleya Welatîbûnê.