Parêzerê ku ji bo mûwekîlê xwe bibîne çû hevdîtinê ji aliyê gardiyanan ve hate derbkirin
Parêzer Gunay Dag ê ku ji bo bi muwekîlê xwe yê li Girtîgeha Zarokan a Maltepeyê hevdîtinê pêk bîne, di odeya midûr de ji aliyê gardiyanan ve hate derbkirin.
Parêzer Gunay Dag ê ku ji bo bi muwekîlê xwe yê li Girtîgeha Zarokan a Maltepeyê hevdîtinê pêk bîne, di odeya midûr de ji aliyê gardiyanan ve hate derbkirin.
Parêzer Gunay Dag, ji bo bi muwekîlê xwe Hakan Înce hevtîtinê pêk bîne çû Girtîgeha Zarokan a Malteyê. Parêzer Dag, piştî ku xwest ku muwekîlê xwe hevrû bibîne û şûn de, berê wî dan odeya midur.
Parêzer Dag, ê ku li bendê bû ku bi muwekîlê xwe Încî yê girtiyê zarok re bicive, di odeya midur de ji aliyê gardiyanên girtîgehê ve hate derbkirin.
Hat diyarkirin ku serê Dag li dîwarê odeyê xistine.