Parêzeran ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd serlêdan kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina bi muwekîlên xwe serî li Serdozgeria Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgehê ya Îmraliyê dan.

Raziye Ozturk, Rêzan Sarica, Faîk Ozgur Erol û Emran Ekmekçî yên ku parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan in, ji bo hevdîtina bi muwekîlên xwe serî li Serdozgeriya Komarê  ya Bûrsayê û Midûriyeta Saziya Înfaza Cezayê ya Girtî ya Ewlekariya Zêde ya Tîpa F a Îmraliyê dan.

Parêzer ji bo hevdîtina bi muwekîlên xwe di hefteyê de du caran serî li saziyên pêwendîdar didin.

Ji 25’ê Adara 2021’an û vir ve tu agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê stendin.