Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdaneke din kirin

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo karibin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibînin careke din serlêdan kir. Ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve agahî ji Rêberê Gelê Kurd nayê wergirtin.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Raziye Ozturk, Emran Emekçî û Cengîz Yureklî ji bo karibin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Parêzeran ji bo karibin Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî bibînin serî li dozgeriyê û midûriyeta girtîgehê dan.

Ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve bi ti awayî agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê wergirtin.