Ozturk: Desthilatdarî bi êrîşa li ser Kobanê re dixwaze temenê xwe dirêj bike

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk diyar kir ku desthilatdarî bi êrîşa li ser Kobanê û Rojava re dixwaze temenê xwe dirêj bike.

Piştî êrîşa bombeyî ya li Taksîmê, hê tu kesên gumanbar nehatibûn girtin, Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu bal kişand ser Kobanê. PKK û YPG’ê daxuyanî dan ku tu eleqeya wan bi êrîşê re nîne.

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk êrîşên li ser Kobanê û Rojava ji ANF'ê re nirxand û diyar kir ku hikûmeta AKP-MHP'ê li hundir û li derve ji bo ku pergala xwe bidomîne, polîtîkaya şer û îmhayê dide meşandin.

DU SEDEM HENE KU KOBANÊ BÛYE HEDEF

Ozturk bal kişand ser wê yekê ku ne tesaduf e ku Tirkiye li dijî Rojava û bi taybet Kobanê êrîşa hewayî pêk aniye û Soylû jî tam hefteyekê piştî êrîşa Taksîmê anî ziman û destnîşan kir ku hedefgirtina wan a bi taybetî Kobanê du alî ye. Ozturk wiha got: “Kobanê di pêşengiya jinan de li dijî çeteyên DAIŞ’ê berxwedaneke lehengî kir û destanek nivîsand. Di vî warî de Kobanê destpêka dawîbûna DAIŞ’ê bû. Serokkomarê niha Erdogan ku di vê pêvajoyê de bû serokwezîr, keniya û got, ‘Kobanê ket, wê bikeve’, lê Kobanê neket. Kobanê ne tenê li her çar parçeyên Kurdistanê hişmendiya netewî bilind kir, di heman demê de bû destpêka têkçûna çeteyên DAIŞ’ê. Hikûmetê her çiqas hemû derfetên xwe bikar anîbe jî nekarî Kobanê û Rojava bixe. Aliyê duyemîn jî ew e ku hikûmetê li dijî Kurdan şerekî topyekûn daye destpêkirin. Û dixwazin bi vî şerî hêza xwe biparêzin. Vê yekê bi binpêkirina destûr û hiqûqa navneteweyî dikin.”

‘ÊRÎŞ SALEK IN DI ROJEVÊ DE NE’

Ozturk, anî ziman ku hikûmetê ji tu rêbazên ku heta niha bi kar aniye nekarî encam bigire û got, ji çekên kîmyewî bigire heta polîtîkayên kêmkirina gelan hewl dane dagirkirina Başûrê Kurdistanê bikin. Ozturk bi bîr xist ku plana êrîşa li hemberî Kobanê ne nû ye, tam salek e di rojevê de ye û dem bi dem bi awayekî vekirî tê îfadekirin. Ozturk anî ziman ku êrîşa wan a li hemberî Kobanê ku îro ji bo Kurdan û mirovahiyê bûye sembol û got "Tevî hemû hewldanên dagirkeriyê jî, di sala 8'an a berxwedana Kobanê de careke din derketiye holê. Hikûmet nikare Kurdan û gelê Kurdistanê bitirsîne û îradeya wan bişkîne."

Ozturk di kasetên Musteşarê MÎT'ê Hakan Fîdan de ku ji raya giştî re derketî de, diyar kir ku ev hemû êrîşên hikûmetê bi giranî bi armanca dîzaynkirina siyaseta navxweyî ye û got, “Fîdan demekê gotibû heke pêwîst bike em ê du fuzeyan biavêjin Tirkiyeyê. Bi vî awayî em ê bikevin Sûriyeyê.” Ozturk diyar kir ku beriya ku gumanbar bên girtin, piştî êrîşa bombeyî ya li ser Kolana Taksîmê jî îşaretkirina Kobanê parçeyek ji vê polîtîkayê ye û got, "Rastî hemû geşedan nîşan dide ku êrîşa li Taksîmê ji aliyê cîhadiyan ve hatiye kirin. çeteyên li Sûriyeyê ku piştgiriyê didin wan û mûçeyên wan didin. Lê bi sosret armanc dikin ku desteka ji HDP’ê û dostên wê re hatiye dayîn tine bikin û hêzê bidin nijadperestan. Ji bo vegerandina hêza ku winda kirine, hem desteka ji HDP’ê û hevalên wê re tê dayîn asteng bikin, hem jî ji bo nijadperestan xurt bikin. Divê bi vî rengî were nirxandin."

Ozturk diyar kir ku êrîşa li Taksîmê di atmosfereke ku di derbarê pêvajoya çareseriyê de spekulasyonan tê kirin de hat kirin û destnîşan kir ku dema êrîşên li dijî Kurdan û pêkanînên tecrîd û çewisandinê yên li girtîgehan ne pêkan e behsa pêvajoya çareseriyê tê kirin. Ozturk destnîşan kir ku axaftinên bi vî rengî ji bo têkbirina têkoşîna Kurdan û dostên wan e û wiha got: “Afirandina hêviyê ya ku qaşo pêvajoya çareseriyê heye, ji bo têkbirina nerazîbûnên li hemberî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û nerazîbûna li hemberî şer e. Êdî di destê desthilatdariyê de tu arguman nemaye. Bi tenê pêdiviya wan bi şer re heye. Dixwazin ji ser hemû mûxalefetê têxin bin bandora xwe û bi vî awayî temenê desthilatdariya xwe dirêj bikin.”

HAYA DYE JI ÊRÎŞÊ HEYE Û RÛSYAYÊ JÎ DESTÛR DAYE

Ozturk diyar kir ku senaryoya Taksîmê çêkirina rewakirina êrîşê ye û beriya niha Amerîka û Rûsyayê destûr nedidan ku êrîş li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê were kirin, lê piştî vê senaryoyê Rûsyayê destûr da. Ozturk bal kişand ser wê yekê ku êrîşeke bi vî rengî ya li ser Rojava bêyî DYA û Rûsyayê nayê kirin û got “Qada hewayî ya ku Tirkiye li Sûriyeyê ji bo êrîşan pêk tîne di bin kontrola Rûsyayê de ye û haya Amerîkayê jî ji êrîşan heye.

 Ozturk da zanîn ku Kurd di encama têkoşîna xwe ya li Kobanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de li cîhanê bûne hêz û got, "Îro Rûsya bêyî ku Kurdan hesab bike, wê destûrê bide. DYE an jî Amerîka dê rojek din destûrê bide, ev ne rewşên ku encam bidin. Yanî dema van hesaban dike, divê bizanibin planeke Kurdan jî hene. Ne bi tenê li Tirkiyeyê, li Rojhilata Navîn jî heke bala xwe nedin Kurdan û li ser Kurdan hesaban bikin, wê ev hesab encamê nestîne. Dema tunekirin û bikaranîna Kurdan derbas bû. Kurd êdî di her warî de hêz in.”

EV ÊRÎŞ CESARETÊ DIDE ÇETEYÊN DAÎŞ’Ê

Ozturk di vê çarçoveyê de hişyariya Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mazlûm Abdî ku gotibû “Encam wê bandorê li her kesî bike jî bi bîr xist. Ozturk bal kişand ku êrîşên bi vî rengî cesaretê dide çeteyên DAIŞ'ê jî û destnîşan kir ku êrîşeke gengaz a ji bejahiyê ve wê van çeteyan hîn xurtir bike. Ozturk bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) û hêzên navneteweyî kir ku demildest bikevin nava liv û tevgerê û wiha got: “Tevî ku her kes ji çeteyên DAIŞ’ê ditirsiya, îro gelê me yê hat bombekirin, li dijî wan şer kir û dawî li wan anî. Ji ber vê yekê divê Neteweyên Yekbûyî hem li ser xala ewlekariya sînor û hem jî di warê qada qedexeya firîna balafiran de li dijî van êrîşan bikeve nava tevgerê. Sûcê li vir hat kirin sûcê mirovahiyê ye, ne tenê li dijî Kurdan e. Divê hemû saziyên navneteweyî, di serî de Neteweyên Yekbûyî, ji vî sûcê li dijî mirovahiyê berpirsyar bin. Ger ku îro li cîhanê mirovahî bi rihetî radizê, ev encama têkoşîna Kurdan a li dijî çeteyên DAIŞ’ê ye. Ev berxwedan bi berdêlên mezin hat dayîn. Ji ber vê yekê pêwîst e ne tenê Kurd, mirovatî jî were parastin. Divê her kes berpirsyariya xwe bi cih bîne.”

Ozturk, bi bîr xist ku bi taybetî ev 8 sal in sûcên li dijî mirovahiyê zêde bûne û wiha got: “Êdî bi vê pergala gemarî ne pêkan e ku bi pêş bikeve. Di vê xalê de em nikarin behsa demokrasî, mafên mirovan û aborî bikin. Tişta ku îro welat gihandiye vê astê, polîtîkayên hikûmetê yên li dijî Kurdan e ku tenê di pirsgirêka Kurd de xitimandinê derdixe holê. Em hatin kuştin, girtin, sirgûn kirin, di prensîbê de em hema hema li heman cihî ne, tiştek neguheriye. Lê gelên Tirkiyeyê ji vê rewşê bandor bûn. Ji ber vê yekê ger hûn ji xwe re bibêjin muxalefet, hûn ê li ser pirsgirêka Kurd du gotinan bibêjin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkê divê nîqaşan pêş bixin. Heya ku ev neyê kirin, tiştek nayê guhertin. Em KCD gotina me ji hikûmetê re ye, ji ber ku ew jixwe dijminatiya Kurdan dikin, jixwe ew pergala ku 100 sal berê hatiye avakirin temsîl dikin, gotina me ji muxalefetê re ye, helwesta wan girîng e. Yanî heger heman sîstem bidome wê ti tişt neguhere û pirsgirêkên heyî kûrtir bibin. Heke desthilatdariya AKP-MHP'ê têk biçe, divê yên ku xwe weke alternatîf nîşan didin, hem li hemberî Kurdan hem jî li hemberî gelên Tirkiyeyê nîqaşeke erênî pêş bixin. Nexwe weke min got sîstema heyî wê bidome û ev pirsgirêk jî çareser nabe.”