Onkoyun: Herî zêde keda karkerên penaber tê îstîsmarkirin

Guldes Onkoyun, anî ziman ku karkerên penaber di kargehan de rastî îstîsmara herî mezin tên û got, "Divê em têkoşîna karkerên penaber bi awayekî ku ne li hemberî gefên tifaqa gel û ne jî tifaqa komarê bilind bikin."

Pratîka hedefgirtina penaberan, bi nerazîbûna nîjadperestî ya Serokê Giştî yê Partiya Serkeftinê Ûmît Ozdag re dîsa hat rojevê. Di demekê de ku sînyalên hilbijartinê dihatin dayîn, mûxalefeta sereke û partiyên piçûk ên ku xwe li pişt van gotinên şovenîst girtin, ketin pêşbaziyê da ku li şûna partiya desthilatdar, beşa herî mexdûr û bindest, penaberên ku hatine sûcdarkirin, nîşan bidin. Wek navnîşana krîza aborî ya ku ji ber polîtîkayên xelet û alîgir derketiye. Helwesta Serokê Şaredariya Bolûyê ya CHP’yî Tanju Ozcan jî nikarîbû leza xwe sist bike û li kolanan afîşên ku bi Erebî li ser "De here, tu nayê xwestin" daliqand. Lê piraniya penaberên ku bi hêviya jiyaneke baştir hatine Tirkiyê, ji ber wêraniya ku ji ber şerê li welatê wan an jî ji ber nebûna jiyana li welatê wan hatiye, mehkûmî karkirina di şert û mercên xizmetguzariyê de û bê ewlekarî ne. Yên ku vê rastiyê herî baş dizanin karkerên ku bi heman çerxa îstîsmarê hatine perçiqandin in. Yek ji van karkeran Guldes Onkoyun ji ANF'ê re axivî û trajediya penaberan wiha nirxand, "Dema min şert û mercên li ser penaberan dît, îstismara ku min jiyaye, min ji bîr kir."

‘PENABER BI HEQEKÎ PIR KÊM TÊN XEBITANDIN’

Onkoyunê ku li Tûzlayê di fabrîqeya mobîlyayan de dixebite, ji 13 saliya xwe ve karkerê kargehê ye. Onkoyun diyar kir ku herêma ku ew li Tûzlayê lê dixebitî di heman demê de cihê herî zêde atolye û kargehên ne fermî lê hene. Onkoyun bal kişand ku cihên ku bi awayekî rêkûpêk di bin kontrola Wezareta Xebat û Ewlehiya Civakî de ne hene û anî ziman ku li van herêman bi giranî karkerên penaber ên bê ewlekariya kar tên xebitandin. Onkoyun diyar kir ku piraniya van karkerên penaber li mal û baregehên ku kes qebûl nake li wan bijîn û hinek ji wan jî li ser kar dimînin, hewl didin di şert û mercên gelekî xerab de jiyana xwe bidomînin.

Onkoyun da zanîn ku di fabrîqeya mobîlyayê ya ku ew lê dixebitî de herî kêm 30 karkerên penaber hene û got, "Ji karkerên penaber ên ku ez pê re dixebitim 7-8 karkerên Sûriyeyî, yên mayî jî karkerên Ozbek û Tirkmen in. Li kargeha li kêleka me karkerên Pakistanî hene. Di kargeha ku ez lê dixebitim de heqdestê herî kêm mûçeyê herî kêm e. Ji ber ku mafê hemwelatîbûnê ji bo hin Sûriyeyiyan tê dayîn, destûra kar û bîmeya wan heye, lê heman mûçe nagirin tevî ku em heman karî dikin. Karkerên din têne mehkûmkirin ku di şert û mercên pir xirab de û di karên ku kes qebûl nake de bixebitin.”

 ‘LI GIRTÎGEHAN JÎ RASTÎ RASTÎ PÊKANÎNÊN XERAB TÊN’

Onkoyun bal kişand ku gelek karkerên penaber ên ku destûra xebatê tunebûn û di rê de hatin girtin û got: “Karkarên Tirkmen û Ozbek herî zêde li hemberî vê yekê derketin. Li van navendan ji girtîgehan di şert û mercên xerabtir de tên ragirtin. Bi ti awayî destûr nayê dayîn ku bi serbestî tevbigerin û eger pereyên wan hebin dikarin bilêta balafirê bikirin û ji vê rewşa girtîgehê rizgar bibin û biçin welatê xwe. Wekî din, ew li wir asê mane. Li gorî vê rewşê, ne tenê di navbera karkerên li vir dixebitin û karkerên koçber de, di navbera karkerên koçber de jî newekhevî heye. Ji ber ku bi peymanên ku Tirkiyeyê bi Yekîtiya Ewropayê re çêkir, wek nimûne, karkerên Sûriyeyî dikarin bi kêmanî destûra rûniştinê û xebatê bistînin û bi rehetî bixebitin, lê ji ber ku karkerên Ozbek, Tirkmen û Pakistanî ne xwediyê mafekî wiha ne, ew ji bo xebatê, wek paqijkirina kanalîzasyonê, dikevin ber şert û mercên pir xerabtir ku nayên qebûlkirin. Di bûyera herî dawî ya li keştîxaneyê de, karkerên penaber berê xwe didin asîdê û jehrî dibin. Bi taybetî jinên penaber di nava şert û mercên gelekî dijwar de xwe li jiyanê digirin. Gelek ji wan bi awayekî nebaş di karên paqijiyê de tên xebitandin û gelek caran jî bi tacîz, destavêtin û kuştina bi guman jiyana xwe ji dest didin, weke mînaka Nadîra Kadirova.”

Onkoyun, diyar kir ku piraniya penaberên ku bi wan re axivî, haya wan jê hebû ku tên îstîsmarkirin, lê ji ber tirsa betaliyê bêdeng mane. Onkoyun, anî ziman ku karker herî zêde ji ber vê îstismara ku li penaberan tê kirin bêzar dibin û got, "Dema min şert û mercên li ser wan dît, îstismara ku min jiyaye û dît ji bîr kir û min motîve kir ku ez tiştekî bikim."

TÊKOŞÎNA HEVPAR DÊ PÊŞÎ LI ÎSTÎSMARA KEDÊ BIGRE

Onkoyun li ser axaftin û pêkanînên nîjadperest ên ku di van demên dawî de zêde bûne jî axivî û wiha got: “Ez difikirim ku çîna navîn û yên li derûdora burjuvaziyê ji vê rewşê bêhtir bêzar in. Dema ku hikûmet penaberan li dijî Ewropayê weke amûreke şantajê bi kar tîne, mûxalefeta sereke jî li dijî hikûmetê weke qertekê bi kar tîne. Di vir de ya girîng ew e ku em ji bo demokrasiye têbikoşin e. Divê em hewl bidin şert û mercên penaberan baştir bikin. Divê mafê jiyanê, stargeh û xebatê bi awayekî ewle bê avakirin da ku kes nikaribe vê yekê wekî tehdîd nîşan bide. Karker û karkerên penaber divê weke me ji bo heman statuyê têbikoşin. Ji ber ku eger ew jî wek me nebin xwedî statu, kes nikare behsa mafan bike. Di vê wateyê de divê karkerên penaber jî li dijî desthilatdarî û mêtîngeriyê tev li têkoşînê bibin, ji ber ku encax wê demê dikare muxalefetek yekpare pêk were. Ger em bi hev re şer bikin, em bi hev re bi ser bikevin.”