Odeya Tabîban xelat dan malbata Şenyaşar

Odeya Tabîban a Stenbolê wê ‘Xelata Mafên Mirovan, Aştî û Demokrasiyê’ bide malbata Şenyaşar.

Di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Sirûcê ya Rihayê parêzvan û xizmên parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz, hevjîn û du kurê Emîne Şenyaşar qetil kiribû. Emîne Şenyaşar a ku tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku di qetlîamê de birîndar bûbû di 9’ê Adara 2021’an de dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 441’an de didome.

Malbata Şenyaşar wê nobeta xwe îro li Stenbolê bidomîne. Malbat wê 2 rojan nobeta xwe li Stenbolê bidomîne. Malbat wê êvarî tevlî ‘Merasîma Xelatê û Bîranînê ya Mafên Mirovan, Aştî û Demokrasiyê ya Dr. Sevînç Ozguner bibin’. Wê Xelata Mafên Mirovan, Aştî û Demokrasiyê ya îsal bidin Malbata Şenyaşar.

‘HETA KU EDALET PÊK WERE…’

Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal got “Em ê ji bo tevlêbûna Merasîma Xelatê û Bîranîna Mafên Mirovan, Aştî û Demokrasiyê’ ya Odeya Tabîban  li Stenbolê bin. Heta ku edalet pêk were em ê ji bo malbata Şenyaşar û ji bo hemû kesan edaletê bixwazin.”