Nobetên Edaletê: Heta azadiyê têkoşîn! - NÛ BÛ
Di çalakiyên Nobetên Edaletê de peyama ‘heta ku azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê, wê têkoşîn bidome’ hate dayîn.
Di çalakiyên Nobetên Edaletê de peyama ‘heta ku azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê, wê têkoşîn bidome’ hate dayîn.
Di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk” de malbatên girtiyan jî li Amed, Wan, Edene, Mêrsîn, Îzmîr û Stenbolê çalakiyên Nobeta Edaletê dane destpêkirin. Çalakî îro jî berdewam kirin.
WAN
Çalakiya bi pêşengtiya TUHAY-DER’a Wanê li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Bajêr hatiye destpêkirin jî di roja 35’an de didome. Bernamzetên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên hevşaredariya navçeya Artemêtanê, şênyên Taxa Suphanê ya navçeyê û gelek welatî hatin serdana nobetê.
Ji welatiyan Saliha Yazici di çalakiyê de axivî û got ku ew aştiyê dixwazin. Yazici, wiha domand: “Bila birêz Abdullah Ocalan bê berdan.” Piştre jî yek ji xizmên girtiyan Gul Ozturk axivî û xwest ku girtî bên berdan û hemû kesên aştîxwaz piştgiriyê bidin çalakiya wan.
Ji xizmên girtiyan Hasan Pala jî hêvî kir ku çalakiya wan bibe wesîleya edaletê. Pala, anî ziman ku dê kesek xêrê ji polîtîkayên şer negire û bang kir ku hemû kesên xwedî wijdan li dijî tecrîdê dengê xwe derxînin.
Piştî axaftinan, beşdaran dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.
AMED
Li Amedê bi pêşengiya Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) çalakiya Nobeta Edaletê ya li avahiyê Rêxistina Dem Partiyê ya li navçeya Rezanê hatiye destpêkirin, di roja 36’an de berdewam kir. Beşdarên çalakiyê pêşmalkên ku li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin. Gelek xizmên girtiyan tevlî çalakiyê bûn û Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya MED’ê (MED TUHAD-FED), aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û endam û rêveberên DEM Partiyê ya Sûrê hatin serdana nobetê.
Di çalakiyê de beşdaran gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. Ji xizmên girtiyan Meryem Soylu strana dengbêjiyê got ku li ser xweza, xweşikahî û tunekirina gundê xwe yê Amedê ku dewletê di salên 90’î de şewitandibû nivîsandiye.
Nobet bi stranên Kurdî, tililî û dirûşman berdewam kir.
EDENE
Nobeta Edaletê ya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Edene Akdenîzê (AATUHAY-DER) daye destpêkirin di roja 36’emîn de berdewam kir. Gelek kes tev li Nobeta Edaletê bûn. Di çalakiyê de daxwaza azadiya Abdullah Ocalan û hemû girtiyan hate kirin.
MÊRSÎN
Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çûkûrovayê (Çukurova TUAY-DER) hatiye destpêkirin jî 36 roj in didome. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û rêveberên DEM Partiyê nobet ziyaret kirin. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin. Ji dayikên girtiyan Zelîha Kaya di nobetê de wiha got: “Em dixwazin tecrîd bê şikandin. Bila girtî azad bibin. Bila kesek nemire û em aştiyê dixwazin.”
STENBOL
Nobeta Edaletê ya li Stenbolê jî bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) ve li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya navçeya Esenlerê hatibû destpêkirin û di roja 27’an de berdewam kir. Di çalakiyê de pankartên “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiya civakî bibin dengê zindanan” û “Ji bo avakirina jiyana azad em tecrîdê bişikînin, bibin dengê zindanan” hatin vekirin.
Endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partyê hatin serdana çalakvanan. Di çalakiyê de xizmên girtiyan stranên kurdî gotin û girseyê gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.
Endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê diyar kirin ku ew piştgiriyê didin xizmên girtiyan û bal kişandin ser têkoşîna gelê Kurd. Ciwanan gotin ku divê tavilê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe û ji bo aştiyê jî divê deriyên Îmraliyê bên vekirin.
Xizmên girtiyan jî dan zanîn ku heta azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk tê dê têkoşîna xwe bidomînin.
MÊRDÎN
Nobeda Edaletê ya ku duh li Mêrdînê dest pê kir di roja 2’an de berdewam dike. Çalakiya Dayikên Aştiyê û xizmên girtî li avahiya DBP'ê ya DBP'ê berdewam kir, îro jî Serokê Baroya Mêrdînê Îsmaîl Elîk û şandeya pê re, endamên Lijneya Koordînasyona KESK, ÎHD û Mêrdînê ziyaret kirin. Yekîtiya Odeyên Mîmar û Endezyarên Tirk (TMMOB). Saziyên serdanê diyar kirin ku ji bo bicihanîna daxwazan ew ê têkevin nava liv û tevgerê.
Ji malbatên Nobeda Edaletê Turkan Durç jî got, “Nobeta me ya li vir ji bo Rêbertî ye. Heta ku Rêbertî ji tecrîdê dernekeve, ne girtîgeh û ne jî neteweya Kurd azad dibe. Ev daxwaza me ye. Rêberê me kesekî wisa ye ku demek dirêj e kesek wek wî nehatiye. Ew Rêberek e ku ji bo gelên bindest hêvî ye. Ji bo gelên dîl ên cîhanê û Rojhilata Navîn hatiye cihanê. Aştî û wekheviyê dixwaze. Ji ber ku koletî qebûl nekir vê tecrîdê didomînin. Em ji bo li dijî vê yekê bisekinin û vê tecrîdê bi dawî bikin têdikoşin.”
Turkan Durç di axaftina xwe de bal kişand ser van mijaran:
“Em hebûna gelê Kurd diparêzin. Em ji bo vê têdikoşin. Me li dijî kesên ku dibêjin gelê Kurd tune ye li ber xwe da û em li ber xwe didin. Piştî hemû şeran aştî pêk hat. Dinya bê şer nabe, bê aştî jî nabe. Piştî her şerî divê aştî pêk were. Divê bi kurdan re jî wek her derê aştî hebe. Ji ber vê em aştiyê dixwazin. Aştiya bi dayikan re wê zûtir were. Li gundan jî dema şer dibû me nivîsên xwe derdixist pêş û wî şerî disekinîn. Ji ber vê em bûn Dayikên Aştiyê. Ji bo rawestandina vî şerî. Em dixwazin zarokên xizanan di vî şerî de jiyana xwe ji dest nedin, em dixwazin wekî her gelî azad bibin. Em dixwazin wekî hemû gelên din bijîn. Ji ber vê yekê em îro li vir li ber xwe didin.”