Malbatên girtiyan 138 roj in ji bo edaletê nobetê digirin. Di roja nû ya çalakiyê de malbatên girtiyan li ber Edliyeya Îzmîrê li hev civiyan, pêşmalkên ku li ser "Deng bide zindanan" û "Ji girtiyên nexweş re azadî" dinivîsî li xwe kirin.
Rêxistina Navçeya Çigli ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî piştgirî da çalakiyê. Di çalakiyê de bênavber dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan", "Jin, jiyan, azadî" û "Maf, hiqûq û edalet" hatin berzkirin.
Dayîka girtiyê nexweş Medîne Kaymaz nerazîbûn nîşan da û got ku tevî dema cezayê girtiyan bi dawî bûne jî girtî nayên berdan.
Kaymaz, anî ziman ku qanûnA "poşmaniyê" li ser girtiyan tê ferzkirin û got, "Piştî 20-30 salan çima poşman bibin? Ev wijdanekÎ çawa ye? Ger cezayên wan qediyabe divê bên berdan.”
Kaymaz êrîşa bombeyî ya 13'ê Mijdarê ya li Taksîmê şermezar kir û diyar kir ku destê dewletê di êrîşê de heye.
Kaymaz got, “Her çi bûye, bi lîstika dewletê bûye. Êdî bila dawî li vê zilmê bê. Em naxwazin gel bimire û xwîn birije. Divê êdî dewleta Tirk dawî li komkujî û şerê qirêj bîne.”