Nobeta Edaletê ya ji bo girtiyan: Ya tê pêkanîn îdam e!

Di çalakiya Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan li Amed û Wanê birêve dibin de bal hat kişandin li ser pêkanînên dermirovî yên li girtîgehan û hat gotin ku ya tê pêkanîn cezayê îdamê ye.

Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan li Baroya Wanê dabû destpêkirin, didome. Hevşaredarê Qelqeliyê Yakup Almaç ku qeyûm li şûna wî hatibû tayînkirin çû serdana malbatan. Almaç, sepanên li girtîgehan weke sepanên darvekirinê pênase kir û wiha got: “Girtiyên nexweş terkî mirinê dikin.”

 Ji bo berdana girtiyên ku cezayê wan xelas bûyî lê nayên berdan û girtiyên nexweş, malbatên girtiyan li Baroya Wanê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Nobeta malbatan di roja 66’emîn de jî berdewam kir. Nobeta îro ji hêla Dilşah Alkan ku hevjînê wê yê 68 salî li Girtîgeha Tîpa F a Wanê tê girtin û Kazim Tîmûr ku kurê wî Botan Tîmûr (25) ev 6 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Wanê dimîne ve hat berdewamkirin. Rêveberên Rêxistina Navçeyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û hevşaredarê Qelqeliyê Yakup Almaç ku li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin, çûne serdana malbatan.

Almaç di serdanê de dîrokçeya girtîgehan bi bîr xist û wiha got: “Hewl didin bi rêya girtîgehan çavê kurdan bitirsînin. Hevalên me yên li Girtîgeha Amedê, di 12’ê Îlonê de berxwedaneke bêhempa raber kirin. Bi vê berxwedana xwe zîhniyeta serdestan vala derxistin. Berxwedana li girtîgehan her tim pêşengtî ji civakê re kir. Kurdan tu carî paş de gav neavêt û hêj jî li ber xwe didin. Zextekî giran li ser girtîgehan heye û her rêbazekî bi kar tînin.”

Bi domdarî Almaç bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û axaftina xwe wiha qedand: “Dewlet, raste rast rêbaza darvekirinê xistiye meriyetê. Sînorek ji binpêkirinan re nîne. Girtiyên nexweş ber bi mirinê ve dişînin. Tirkiye bi hiqûqa xwe bi xwe jî nake. Em ê her tim li gel têkoşîna malbatan bin.”

AMED

Çalakiya nobetê ya ku bi heman armancê li Baroya Amedê tê lidarxistin, di roja 91. de didome. Malbatan careke din daxwaza azadiya girtiyan kirin.

Ji xizmên girtiyan Reşahat Ada got, "Heta niha nekarîne çareseriyekê pêk bînin. Heta edalet neyê em ê ji vir neçin. Banga me ji Serokomar û Serokwezîr re heye; Em naxwazin zarokên me bên dermankirin û înfazên wan bên şewitandin. Bes e. Dilê me dayikan dişewite.”

Aktîvîsteka din Nûray Abay jî ev tişt anîn ziman: "Ew înfazên girtiyan dişewitînin û nexweşan derman nakin. Em aştî û edaletê dixwazin. Em dixwazin hemû girtî bên berdan û nexweş bên dermankirin. Ji ber rewşa wan em her roj di nava tirsê de dijîn. Tevî van hemûyan jî em dest ji rêya xwe bernadin. Em dixwazin ku rayedarên pêywendîdar erka xwe pêk bînin."