Nobeta Edaletê ya Îzmîrê: Bi lez bikevin nava liv û tevgerê

Hevserokê HDP’a Karşiyakayê Menfî Yilmaz diyar kir ku divê li hemberî tecrîda li Îmraliyê û ji bo azadiya girtiyên nexweş bi lez bikevin nava liv û tevgerê.

Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin li pêş Baroya Îzmîrê dane destpêkirin di roja 58’emîn de ye. Rêxistin Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Karşiyakayê serdana malbatan kir.

'ASTA SÛCÊ MIROVAHIYÊ TÊN JIYÎN'

Di çalakiyê de Hevserokê HDP’a Karşiyakayê Menfî Yilmaz axivî û bi lêv kir ku li girtîgehan binpêkirinên mafan ên digihin asta sûcê mirovahiyê tên jiyîn. Yilmaz anî ziman ku ji bo çalakiya malbatên girtiyan zêdetir bi bandor bibe divê piştgiriya wê bê kirin. Yilmaz, bang li hemû welatiyên li Egeyê dijîn kir û wiha axivî: “Ji bo ku pêşî li zextên li girtîgehan û girtinên bêhiqûqî bê girtin, divê li dijî derkevin. Heke em bêjin em xwişk û bira ne divê em vê yekê li her derê bibêjin. Dibe ku sibê dor were wan jî. Kesên xwedî wijdan divê di vê mijarê de bihestiyar bin.”

‘DIVÊ TECRÎD RABE‘

Yilmaz destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê di bin şertên giran de tê ragirtin û wiha got: “Ew Rêberê gelekî ye. Nêzîkatiya Rêberê gelekî çi be ya li dijî me jî eynî ye. Em tecrîdkirina di bin şertên giran de qebûl nakin. Divê tecrîd bi dawî bibe û ji bo berdana girtiyên nexweş bi lez bikevin nava liv û tevgerê.”