Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê didome

Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê Ahmet Çîçek di Nobeta Edaletê de diyar kir berdana girtiyên siyasî tê astengkirin.

Li Îzmîrê Nobeta Edaletê ya ji berdana girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediyane di roja 59’an de didome. Nobeta îro li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a li Îzmîrê hte kirin. Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê Ahmet Çîçek di nobetê de axivî û diyar kir li gelek derên welat lêgerîna edaletê heye û got “Malbata Şenyaşar jî li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi nobeta edaletê kiribûn. Malbat li Stenbol û Wanê jî di nobeta edaletê de ne. Li her derê li edaletê tê gerîn.

Girtiyên ku divê bên berdan ji ber pirsên beredayî, destûr nayê dayîn ku girtî werin berdan. Ev desteyên çavdêriyê ne hiqûqî ne. Ji ber çalakiyên protestoyê nahêlin ku girtî werin berdan. Ev tişt bêtir li ser girtiyên siyasî tê kirin. Ligel ku cezayê girtiyên siyasî diqede jî nayên berdan.”

Çîçek diyar kir ew bi malbatan re ne û ew ê piştgiriyê bidin daxwazên malbatan.