Nijadperestan li Enqereyê carek din êrîşî xwendekaran kirin

Li Zanîngeha Enqereyê komek ji partiya faşîst û nijadperest MHP a şirîkê desthilatdariyê, careke din êrîş bir ser xwendekaran.

Li Kampusa Cebecî ya Zanîngeha Enqereyê, komeke nijadperest îro careke din êrîş bir ser xwendekaran.

Xwendekarên ku ji bo tevlî ezmûnê bibin hatin ber Fakulteya Ragihandinê, bûn hedefa êrîşa nijadperestan.

Koma nijadperest bi gotina 'Em ê nehêlin ku tevlî ezmûnan bibin' gef li xwendekaran xwar.

Nijadperestên ku pişta xwe dispêrin dewletê, li ser bersiva xwendekaran ji cihê bûyerê çûn.

Di 10'ê Çileyê de jî komeke nijadperest êrîş biribûn ser xwendekaran.