Milîsên Sakîne Cansiz ên HBDH'ê li midûriyeta emniyetê xistin

Milîsên Sakîne Cansiz ên HBDH'ê di êvara 11'ê Çileyê de li navçeya Yuregîr a Edeneyê bi bombeyan û fîşekên hewayî çalakiyek lidar xistin.

Milîsên Sakîne Cansiz ên Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) got, "Milîsên me ji bo bersivê bidin komkujiyên jinê û dijminatiya li jinê li Edeneyê li dijminê faşîst xistin. Bi hêrs û têgihiştina Sakîneyan lê xistin."

Li gorî daxuyaniyê, êvara 11'ê Çileyê saet di 21:00 de li navçeya Yuregîrê li hemberî midûriyeta emniyetê ya li taxa Koza bi bombeyan û fîşekên hewayî çalakî hate lidarxistin.

Hate ragihandin ku milîsên wan piştî çalakiyê bi serketî ji cihê bûyerê çûn.