Midûrê polîsan ê Fransayê yê heqaret li Kurdan kir, ji wezîfeyê tê girtin!

Midûrê polîsan ê Fransayê yê heqaret li Kurdan kir, ji wezîfeyê tê girtin!

Li bajarê Fransa Marsîlyayê, heqareta Midûrê Emniyetê ku di dema çalakiya piştevaniya Kobanê de li Kurdan kir, rastî nerazîbûneke mezin hat. Li ser qeyda deng a ku di tevahiya çapemeniya Fransayê de cih girt, Wezareta Karên Hundir ket nava tevgerê.

Qeyda dengê Midûrê Kabîne ya Midûriyeta Emniyetê ya Marsîlyayê Gilles Gray a di dema hevdîtina bi çalakgerên xwestin roja 2'ê Cotmehê çalakiyê lidar bixin de, di rojnameya "La Marsaillaise" hat weşandin. Gotinên Gray ku di demeke kurt de li her deverê belav bû û di tevahiya medyayê de cih girt, bi awayê ku Komar "gemarî kiriye" hat şîrovekirin.

Di hevdîtinê de Gray ji çalakgerên Kurd re digot, "Li şûna li Marsîlyayê pîsîtiyê bikin, biçin li hember DAIŞ'ê şer bikin."

Di qeyda deng de çalakgeran digotin, "Dibe ku em ne Fransî bin, lê em însan in", "em ne leşker in, em sivîl in" û "em nehatine vê derê belav bikin", lê tevî van gotinên çalakgerna jî Gray got, "Pirsgirêk ne ev e. Ez fêm nakim. Hûn Kurd in. Gelê Kurd gelekî mezin e. Li wir xwişk û birayên we hene û hûn li vir li Marsîlyayê pîsîtiyê dikin, ev der ne Kurdistan e. Mînak mîna gelê Yahûdî. Eger e Yahûdiyekî li Marsîlya bûma, ez ê li gel û welatê xwe bifikiriya, tevlî artêşa Îsraîlê bibûma, ne li Marsîlyayê."

Li ser vê yekê çalakvanekî Kurd dibêje, "Bi dîtina min ne tevlîbûna şer, balkişandina ser şer û sivîlbûyîn pêkan e". Midûrê Gray jî bersiveke kurt da û got, "Li mala me pîsîtiyê nekin." Tevî ku çalakgerê Kurd got, "Em ne li dijî we ne, em bi we re ne jî", midûrê polîs got, "Bicehimin" û dawî li hevdîtinê anî.

Piştî ku ev nêzîkatiya Gray rastî nerazîbûneke tund hat, bûyer çû ber destê Wezareta Karên Hundir. Li gorî medya Fransayê wê Gray ji wezîfeyê bê girtin û dibe ku ji midûriyeta kabîneyê ya Midûriyeta Emniyete ya Bouches-du-Rhône bê şandin.

Midûrê Emniyetê Gilles Gray, di navbera salên 1994 û 1996'an de li serkêşiya wezîfeya Midûriyeta Çavdêriya Herêmê dikir.