Metîn Goktepe hate bibîranîn
Metîn Goktepe di 28’emîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn.
Metîn Goktepe di 28’emîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn.
Metîn Goktepeyê nûçegîhanê Rojnameya Evrenselê ku di 8'ê Çileya 1996'an de li Alîbeykoya Stenbolê ji aliyê polêsên Tirk ve hate binçavkirin, li Salona Werzîşê ya Eyubê bi êşkenceyê hate qetilkirin. Metîn Goktepe di 28’emîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe ya li Goristana Esenler Kemerê hate bibîranîn. Bîranîn ji aliyê xebatkarên Rojnameya Evrenselê û Partiya Kedê (EMEP) ve hate lidarxistin. Ji bilî rêxistinên pîşeyî yên rojnamevanan gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl jî tevlî merasîmê bûn.
Di bîranînê de gelek kesên weke; Hakkî Ozdal ê Rêvebirê Giştî yê Rojnameya Evrenselê, Meryem Goktepe ya xwişka Metîn Goktepe, Seyît Aslan ê Serokê EMEP'ê, Mûrat Kalmaz ê Hevserokê Giştî yê Stenbolê yê DEM Partiyê, Îzel Sezer a Endama Desteya Karsaziya Çapemeniyê ya DÎSK'ê, Ozgur Çelîk ê Serokê CHP’ê yê Stenbolê û Berdevka EHP'ê Ozge Akman axivîn.