Meşa Elewiyan ya bo Enqereyê destpê kir

Meşa Elewiyan ya bo Enqereyê destpê kir

Elewî bi armanca ku balê bikişînin ser newekheviya li ser perwerdehiyê  ji 15 warên pîroz berbi Eqereyê ve meşa ku dê mehekê bidome dan destpêkirin.

Di nav de Komeleyên Pîr Sultan Abdal jî heye, bi armanca ku balê bikişîn ser binpêkirinên di qada perwerdê de tên jiyîn, ji 15 cih û warê pîro berbi Enqereyê ve meş dan destpêkirin.

Der barê meşê de ji Komeleyê Çanda Elewiyan Hasan Sinirtaş, da zanîn pirsgirêkên ku Elewî li dibistanan dijîn derketine aste herî jor û wiha pê de çû: “Em Elewî li dijî dersên ferzkirî derketin kolanan. Me ji Duzgun Baba destpê kir. Divê hemû aliyên demokratîk piştgiriyê bidin meşa me û em ji bo mîtînga xwe ya Enqereyê piştgiriyê dixwazin.