Medyaya alîgir a şerê taybet hewl dide bi nûçeyên derew rojevê biguhere
Dewleta Tirk a dagirker ku derbên giran li hemberî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê xwar, bi nûçeyên derewîn hewl dide rojeva civakê biguherîne.
Dewleta Tirk a dagirker ku derbên giran li hemberî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê xwar, bi nûçeyên derewîn hewl dide rojeva civakê biguherîne.
Medyaya alîgir a desthilatdariya AKP-MHP’ê ku ev demeke bi nûçeyên derew hewl dide rojevê biguherîne, îro jî piştî operasyona şoreşgerî ya Şehîd Helmet Dêralok a li Zapê ku di encamê de gelek dagirker hatine cezakirin, bi manşetên ‘Operasyona MÎT’ê ya li Iraqê’ nûçeyên derew diweşîne.
Di nûçeya lezgîn a medyaya alîgir de tê diyar kirin ku, di encama operasyona MÎT’ê ya li Iraqê de gerîlayê HPG’ê Faîk Aydin bi nasnav Rênas Raperîn, li bajarê Silêmaniyê ya Herêma Federe ya Kurdistanê bi operasyonek taybet a noqteyî hedef girtiye.
Lê belê HPG’ê di 15’ê Kanûnê de bi daxuyaniyekê şehadeta gerîla Rênas Raperîn ku di 10’ê Adara 2023’yan de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû, eşkere kiribû.