Malbatên girtiyan: Vê zilmê bi dawî bikin

Malbatên girtiyan ên ku li Amed û Îzmîrê çalakiyên Nobetên Edaletê dabûn destpêkirin, xwestin bila girtiyên nexweş û girtiyên kuı cezayê wan qediyane, werin berdan.

AMED

Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin li Baroya Amedê dane destpêkirin, di roja 95’an de berdewam dike. Dayika girtiyê nexweş Civan Boltan, Nazîme Boltan a di çalakiyê de axivî, da zanîn ku ji bo zarokên xwe 95 roj jin di çalakiya edaletê de ne û got: “Lê belê hêj jî edalet nehatiye, daxwaza me ya edaletê ne ji bo zarokên me têne ye, ji bo hemû kesan e.”

Dayik Boltan, diyar kir ku îro bi telefonê bi lawê xwe re axivî ye û wiha berdewam kir: “Lawê min di telefonê de got ev 3 meh in tena serê xwe di qawişekê de dimîne. Çima wisa nêzî zarokên me dibin? Ji ber Kurd in êşkenceyê li wan rewa dibînin. Em vê qebûl nakin. Êdî bes e.”

Dû re xizma girtî Nûray Abay jî bi lêv kir ku 3 meh û 5 roj in di nobeta edaletê de ne û wiha got: “Êdî girtiyên nexweş berdin ku em derman bikin. Zarokên me ji bo şeref û namûsa xwe hatine girtin. Zarokên me ji me dûr xistine. Hevdîtinên vekirî tenê 30 deqîqe ne û em nikarin biçin serdana wan. Ev nayê qebûlkirin.”

ÎZMÎR

Malbatên girtiyan li Baroya Îzmîrê çalakiya "Nobeta Edaletê" li dar xistin û çalakiya malbatan 5 roj in didome. Malbatên girtiyan bi çalakiya xwe bal dikişînin ser binpêkirina mafên girtiyan û daxwaza serbestberdana girtiyên nexweş dikin. 

Hevjîna Abdulbahrî Yildirim ê ku li girtîgeha Şakranê girtiyê nexweşiyên wî yên wekî astima kronîk, fetika pişt û guatir heyî Hanîm Yildirim, di çalakiya îro de bal kişand ser binpêkirina mafên girtiyan. Hanim wiha axivî: "Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan û li malê bên tedawîkirin. Hevjînê min 29 sal in girtî ye. Li girtîgehê emeliyat bû. Em dixwazin dema cezayê wî xilas bû bila bê berdan. Divê tedawî bibe û lê niha di hicreyê de tê girtin. Bi hinceta pandemiyê di karantinayê de ma û ev tişt bandoreke neyînî li ser tenduristiya wî kir. Em carek din banga serbestberdana hemû girtiyên nexweş dikin û bila girtiyên ku cezayên wan xilas bûn bila bên berdan."

Dayika Firat Yagmekan ê li Girtîgeha Kiriklarê girtiyê Sultan Yagmekan jî da zanîn ku li girtîgehan zilm heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em dixwazin zilma heyî bi dawî bibe. Em ji bo pêkanîna edaletê li vir in. Girtiyên ku di nav çalakiyên birçîbûnê de bûn şandin qawîşên din. Xwestin têkiliyan qut bikin. Zilmê li me û zarokên me dikin. Gelo heta kengê ev zilm bidome? Em dixwazin zarokên me bên berdan." 

Sultan di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser rewşa tenduristiya Aysel Tûglûk û got: "Divê Aysel Tûglûk bê berdan. Li hemberî girtiyan siyaseteke dijminatiyê tê meşandin. Girtî bi mirinê re rûbirû tê hiştin. Lê belê em mafdar in, em vê zilmê qebûl nakin. Çima înfazên girtiyan tê betalkirin. Em li vir bang li hemû dayikan dikin ku bila xwedî li zarokên xwe derkevin."